Nûçeyek çê kir 7 salan kete hepsê

Sêşem 20 Hezîran 2023 - 00:28

  • Rojnamevan Turay: Heta hesinên girtîgehê jî li hemberî fikr û îradeya azad ditewin. Em jî parçeyekî vî gelî ne û weke endamekî Çapemeniya Azad 7 salan têkoşiyam. Bi gotar û nivîsên xwe me hewl da tiştên diqewimin bi raya giştî re parve bikin. Her der cihê berxwedanê ye û her der cihê azadiyê ye.

AHMET KANBAL/MA / MÊRDÎN

 

 

Rojnamevan Abdulkadîr Turay got, ji ber hevdîtinên telefonê yên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re û agahiyên ji wan stendî ew hatiye girtin û wiha peyivî: “Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam.” 

Dewleta Tirk Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) girtibû. Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê a Duyemîn, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hepsê li nûçegihanê DÎHA’yê Abdulkadîr Turay birrî û di 9’ê gulana 2016’an de hêzên delweta Tirk ew girtin. Turay 7 salan di girtîgehê de ma, di 14’ê Hezîranê de hate berdan. Turay, di Adara 2023’yan de înfaza xwe temam kiribû lê ji ber ku înfaza wî hate taloqkirin, 3 mehan dereng ji girtîgehê hat berdan. 

Di pêvajoya girtîgehê de Turay ewilî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hate ragirtin û piştre jî ew sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin. Turay, têkildarî pêvajoya girtinê û girtîgehê got, di sala 2016’an de ji ber çêkirina nûçeyê hatiye girtin û wiha peyivî: “Bi sedema hevdîtinên min ên li ser telefonê bi çavkaniyên nûçeyan re û agahiyên min ji wan girtin, hatim girtin. Ji ber nûçeyekê, 9 sal ceza li min birrîn û 7 sal piştre hatim berdan.” 

 

Berxwedan her didome 

Bi domdarî Turay anî ziman ku di nava 7 salan de tu tiştekî nekariye xwe li ber fikra azad û îradeya azad bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di nava van 7 salan de dît ku dema min rojnamevanî jî dikir, tiştek nikare xwe li pêşiya fikr û îradeya azad bigire. Heta hesinên girtîgehê jî li hemberî fikr û îradeya azad ditewin. Em jî parçeyekî vî gelî ne û weke endamekî Çapemeniya Azad 7 salan têkoşiyam. Bi gotar û nivîsên xwe me hewl da tiştên diqewimin bi raya giştî re parve bikin. Her der cihê berxwedanê ye û her der cihê azadiyê ye. Dibe ku bi awayekî fîzîkî em xistibin nava çar dîwaran lê dema ku mirov xwedî îradeyeke azad be, mirov vê zextê dişikîne. Ev berxwedan li girtîgehan jî be didome. Ev gel têdikoşe. Dê têkoşîna min jî bidome. Ez bi serfirazî ji girtîgehê derketim û dê ji vir û şûn ve jî bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînim. Li hemberî xeletî û tiştên nerênî em ê bibin dengê gel.”

 

Girtiyênn nexweş divê bên berdan

Turay, bal bire ser binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş û got, “Di nava van 7 salan de li girtîgehê gelek tişt hatin serê me. Ez bûm şahidê zextên li ser girtiyan. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Divê ew bên berdan. ATK’ê [Saziya Tiba Edlî ya Tirk] ji bo hinek girtiyan rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Tevî vê yekê jî nayên berdan. Neçar dihêlin ku bi pirsgirêkan bijîn. Nayên dermankirin. Ev kes nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, lê nayên berdan. Polîtîkayeke bi vî rengî dimeşînin. Girtiyên nexweş li girtîgehê di girtîgeheke din de ne. Dermanên wan nayên dayîn, nayên sewqkirin. Temenê wan di navbera 65-70 salî de ye. Nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Hinek jê felc bûne. Min bi xwe dît, hinek jê seqet in. Nikarin di girtîgehê de bijîn. Lewma divê girtiyên nexweş her tim di rojevê de bin. Divê ev kes tavilê werin berdan. Banga min li Komeleya Mafên Mirovan, rêxistinên civaka sivîl û her kesî ye da ku bibin dengê wan. Divê ev kes tavilê bên berdan.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.