Rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Qazî Xerîb Zorab, ji ber ku doza wî ya penaberiyê nehat qebûlkirin, li Ingilîstanê hatiye ber dersînorkirinê. Rojnamevan ji Middle East Eye (MEE) re peyivî û got, heger ew bê dersînorkirin, ji ber nûçegihandiya xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê dibe ku ew bê kuştin. Çav li rê ye ku ew îro bê dersînorkirin.
Ew ji navenda koçberiyê ya bi navê Brook House a li Londonê bi rêya telefonê bi MEE’yê re peyiviye, ew dibêje, “Ew ê min bixin ber taqîba edlî de, ew ê min bikujin, ew ê min biavêjin hepsê. Kuştin û revandin û her awayê cezakirinê dikin.”
Qazî Xerîb Zorab li ser meseleyên hikûmetê hem bi Kurdî û hem jî ji bo çapemeniya dinyayê nûçeyên rexnegir çêkiribûn. Gelek gef lê hatibûn kirin û herî dawî jî gefên cidî yên kuştinê lê hatin xwarin. Ji ber wê jî neçar mabû ku Kurdistanê bi cih bihêle û sala 2019´an xwe gihandibû Ingilîstanê.
Lê rayedarên Ingilîstanê doza wî ya penaberiyê red kir û niha girtiye û çav li rê ye îro bê dersînor kirin.
Gava ku Nîsana 2022´yan Mesûd Barzanî çûbû serdana Londonê, Qazî Xerîb Zorab di nava xwepêşanderan de jî cihê xwe girtibû.
Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamevanan a Melîtiya Yekbûyî (NUJ) bi daxuyaniyekê fikarên xwe ji ber dersînorkirina muhtemel a Qazî Xerîb Zorab anîn ziman. Wê got, hikûmeta Ingilîstanê, “Jiyana Zorab dixe tehlûkeyê” û xwest ku meqamên ji penaberiyê berpirsiyar doza penaberiyê ya Zorab ji nû ve binirxîne.
LONDON