Rejîma Îranê du bira qetilkirin
Duşem 17 Mijdar 2025 - 02:45

Êriş û zextên rejîma Îranê ya li ser welatparêz û çalakvanên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê bê navber berdewame. Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava du rojan de 2 welatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin, çalakvanek hate girtin û 3 welatî hatine binçavkirin.
Rêxistinê destnîşan kir ku 15’yê Mijdarê çalakvanek sivîl bi navê Êriş Zendî Nawgeran yê ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo derbazkirina cezayê lê hatî birîn, hate girtin.
Êriş Zendî di 18’yê Sibata îsal de bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ ji aliyê Dadgeha Sineyê ve bi 6 meh cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin. Li gorî agahiyên Rêxistinê, roja 13’ê Mijdarê du girtiyên siyasî yên berê bi navê Yasir Ediwayî û Selman Edwayî piştî ji aliyê îdareya Îtlaatê ya navçeyê ve hatin vexwendin, hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin xelkê gundê Silênî ya ser bi bajarokê Sewlawa ya li sînorê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ne. Her wiha Kawe Ebdî yê ji bajarokê Dîwandere ya ser bi bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin. Rêxistinê da zanîn ku heman rojê de du birayên hev ên bi navê Xalis Perwazî (35) û Yusif Perwazî (42) yên ji gundê Qinle ya ser bi bajarokê Xoy a li sînorê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, di êrişa raste rast ya hêzên artêşa pasdarên Îranê de hatin qetilkirin. Heta niha jî cenazayên wan radestî malbatê nehatine kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN












