Em mehkûmî bêdengiyê kirine!

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 7 Mijdar 2021 - 23:27

  • Alpar: Bi vî zimanê nû, mirov dikare tiştên di nav jiyana rojane de tên dubarekirin, û êdî bala kesî nakişînin ji nû ve bi ziman bike û bi nihêrîneke din bide nîşandan. Ev yek jî tenê bi guherîna awirên me dikare pêk were. Tenê bi hewldaneke wiha mirov dikare dawiyê li dilnerehetî ango tirsê bîne.

ARDÎN DÎREN

Ateş Alpar wek hunermendekî ciwan ê Kurd bi gelek disîplînên cihê yên huner re mijûl e. Lê ew zêdetir bi wêneyên xwe yên belgeyî û vîdeoyên xwe yên civakî tê naskirin û di vî warî de berhemên wî hene. Ji bo xebatên hunerî awirên wî yên baş hene û ji nav jiyana rojane çîrokên baş zeft dike. Her wiha di warê civaknasî û dîtbariyê de jî têkilyên baş datîne. Mirov dikare bibêje, xwendinên wî yên baş jî hene û bi saya wan, ew awirên xwe her xurttir dike û mijarên di çarçoveya xebatên xwe de tîne ziman; ev jî hêjayî nirxandinê ne. Ew bi wêne û dîmenên xwe dixwaze me ji nav qalibên jiyana rojane derxe û berê me bide hin vegotinên nû. Lewma li gorî wî, ji bo ku mirov xwe ji dubarekirina rojane xelas bike, divê mirov karibe bi nihêrîn û awirên nû li jiyan û dinyayê binihêre.

Ateş Alpar herî dawî bi xebata xwe ya “Tiştên ku em hildigirin - Hilgirtin” dîsa berê mirovan dide awirên nû da ku em karibin xwe ji dubarekirênen jiyana rojane xelas bikin. Vê yekê jî tenê bi vîdeoyeke yek deqeyî dike û zêde dirêj nake. Li gorî min, ev helwêsta wî û şêweyê vîdeoya wî şarezabûna wî nîşan dide. Ji ber ku her kes nikare di demeke wiha kin de ango bi awiran ewqas tiştan bîne ziman. 

Dayikeke bêdeng ya ku bi awirên xwe diaxive û hin tiştan ji me re dibêje, jixwe her tiştî tîne ziman û bêdengî dibe zimanekî dîtir yê ku bi bînerên xwe re têkiliyeke nû saz dike. Xebatek kurt lê bi hêz e ev vîdeoya Ateş Alpar.

‘Şêweyê vegotinên xwe biguherînin’

Bi vî awayî Alpar ji tûndiya jiyana rojane dest pê dike û şêweyên vegotinên nû ji me dixwaze. Ew di nivîsa xwe ya li bin vîdeoyê de dibêje, “Mirov çawa dikare li ber tundiya jiyana rojane rabe? Ev tundî hin wextan di nav malê de û carinan jî li kolanan diqewime. Hin caran xwediyê vê tundiyê eşya ne, lê gelek caran bi destên mirovan jî ev tundî pêk tê. Tiştên jiyana rojane yên ji rêzê her tim bi tundiyê hatiye pêçan, ev rewş hema bêje ji bo gelek kêliyên jiyana rojane lê ye. Û çavên me jî gelek caran girtî ne li hember vê jirêzêbûna jiyana rojane, tiştên ku em hînî wan bûne ango tiştên ku êdî em pê dizanin û her roj dubare dibin. Li hember vê yekê em ê çawa li ber xwe bidin? Belkî jî divê em şêweyê vegotinên xwe biguherînin û derkevin derveyî vegotinên rojane. Bi vî awayî dibe ku em bi ser kevin. Lêgerîna diyalogê, nîşaneya arezûya axaftinê ye. Lêvên mirov dileqin lê gotin ji devê mirov dernakevin, nikarin derkevin.” 

‘Divê mirov ziman ji nû ve biafirîne’

Li vir, li gor Alpar, tişta girîng ne arezûya bêdengmayînê ye. Lewma lêvên me hatine dirûtin ango mohrkirin û dengê me hatiye birrîn! Em mehkûmî bêdengiyê kirine. Alpar dibêje, di vê rewşê de tenê çav dikarin bipeyivin. Alpar nivîsa xwe ya ji bo vîdeoyê wiha bi dawî dike, “Awirên mirovî gelek tiştan dibêjin. Awir, ji bo kirdeyê ku hem di nav diyalogê de û hem jî li derveyî dîyalogê yan jî têkiliyê ye, gelek bi mane ye. Her wiha awir dibe tekane rêya xweîfadekirinê jî. Ji bo mirov karibe dîsa ji nû ve biaxive divê bîr û xwemalîbûn were lêpirsîn û kî xwediyê gotinê ye, were zanîn. Bi gotineke din divê mirov ziman ji nû ve biafirîne. Bi vî zimanê nû mirov dikare tiştên ku di nav jiyana rojane de tên dubarekirin û êdî bala kesî nakişînin, ji nû ve bi ziman bike û bi nihêrîneke din bide nîşan. Ev yek jî tenê bi guherîna awirên me dikare pêk were, divê em bi awirên xwe derkevin derveyî çarçoveya tiştên heyî yên her roj li ber çavên me diqewimin. Tenê bi hewldaneke wiha, mirov dikare dawiyê li dilnerehetiyê ango tirsê bîne.”.

Hunermendê serhatiyên xurt

Ateş Alpar sala 1992’an li Nisêbînê hatiye dinyayê. Di warê wêne, civaknasiya dîtbarî, sînema û muzîkê de dixebite û berheman diafirîne. Wî demekê li Zanîngeha Mîmar Sînan a Stenbolê wek xwendekarê mêvan, huner, felsefeya huner, polîtîka û sosyolojiya civakî xwend. Nexasim bi wêneyên belgeyî re mijûl e û di van wêneyên xwe de bêhtir mijarên koçberî, sînor, nasname, tevgerên civakî, hafizeya civakî, polîtîka, muzîka underground, LGBTİ+/queer derdixe pêş. Ew bi rêya wêne û vîdeoyan çîrok yan jî serhatiyên bi hêz zeft dike û rave dike

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.