Em gefên li Zeynep Dûrgût napejirînin
Çarşem 2 Tîrmeh 2025 - 03:05
ROZA METÎNA / AMED
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek têkildarî gefxwarina li rojnameger Zeynep Dûrgût bi lêv kir ku ew ê tucarî li ser rastiyê tawîzê nedin û wiha got:"Em gefên li dijî hevkara xwe Zeynep Dûrgût qebûl nakin. Wê bi nûçeyên xwe zîhniyeta 'tecawizê' jî, ku polîtîkayeke şerê taybet e û li Şirnexê tê meşandin, eşkere kir. Nûçeyên Zeynebê serkeftinek rojnamegeriyê ye û divê werin teqdîrkirin."
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût ku “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê derxistibû holê, ji hêla malbata Kenan Tatar ê di dosyayê de tê darizandin ve gef lê hatibûn xwarin. Gelek sazî û dezgehan li dijî vê gefxwarinê daxuyanî dabûn û peyama piştevaniya bi Zeynep Dûrgût re nîşan dabûn.
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek têkildarî mijarê nirxandin kir. Selman Çîçek da zanîn ew tu carî li dij gefan serî natewînin û wiha got:” Çapemenî rapora demokrasiya welatekî ye. Ger çapemenî li welatekî azad nebe, civak jî azad nîne."
Çapemeniya azad li ser rastiyê ye
Selman Çîçek bi lêv kir ku çi dibe bila bibe ew ê tu carî dev ji rastiya xwe ya çapemeniya azad bernedin û wiha got:"Çapemeniya Azad di xalekê de ye ku qet li ser rastiyê tawîz nade. Ew bi dîsîplînek weşanê li pey rastiyê û li ser rêya rastiyê dixebite. Ew hewl dide ku bibe dengê her kesê ku civatek demokratîk ava dike, ne li aliyê serwer. Ew bi paradîgmayek demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan tevdigere û hewl dide ku bi vê prensîbê bibe dengê civatek demokratîk. Ji ber vê sedemê, hebûna Çapemeniya Azad girîng e û di avakirina pêşerojê de rolek û mîsyonek girîng heye. Ger Çapemeniya Azad nebûya, bûyera helîkopterê li Wanê, wêrankirina ekolojîk li Botanê, bûyera Îpek Er an bûyerên tecawizê li Şirnexê dê di tariyê de bimînin. Bê guman, ji bo netawîzdana li ser rastiyê bedelek heye. Ji ber ku em barê rastiyê hildigirin, em pir caran bi girtin, lêpirsîn û sansurê re rû bi rû dimînin. Pir caran gef li me tê xwarin, êriş li me tê kirin. Lê çi dibe bila bibe, em qet li ser rastiyê tawîzê nadin."
Em gefên li Zeynep Dûrgût napejirînin
Selman Çîçek bi lêv kir ku ew ê tucarî li ser rastiyê tawîzê nedin û wiha pê de çû:"Em gefên li dijî hevkara xwe Zeynep Dûrgût qebûl nakin. Zeynep wêrankirina ekolojîk a li Şirnexê anî rojevê û bi saya wê, em wêrankirina ekolojîk a li Botan û Gabarê hîn bûn. Wê bi nûçeyên xwe zîhniyeta 'tecawizê' jî, ku polîtîkayeke şerê taybet e û li Şirnexê tê meşandin, eşkere kir. Nûçeyên Zeynebê serkeftinek rojnamegeriyê ye û divê werin teqdîrkirin. Ne Zeynep û ne jî ti rojnamevanek ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tê, ji gefên vê zîhniyeta tarî natirsin û paşve gavê navêjin. Ev jî mîsyona çapemeniya azad e; ew tu carî li ser rastiyê tawîz nade. Zeynep li ser rastiyê tawîz nedaye. Em jî li kêleka Zeynebê ne. Em ê Tatarên ku li pişt siyaseta bêcezatiyê xwe vedişêrin eşkere bikin û aciz bikin. Çiqas ew li pişt vê zirxa bêcezatiyê xwe veşêrin jî em ê tawizê nedin."
Dixwazin civakê bikin bin kontrola xwe
Selman Çîçek da zanîn bi polîtîkayên şerê taybet tê xwestin civak bê kontrolkirin û wiha dewam kir:"Li Şirnexê polîtîkayeke şerê taybet a pir kûr tê meşandin. Bi rêya 'madeyên hişbir-bêkariyê', 'fihûş-texrîbata ekolojîk' dixwazin civakê bixin bin kontrola xwe. Ev her sê diyardeyên herî dînamîk ên jiyanê ne. Sîstem dixwaze bi tunekirina ciwanan, jinan û xwezayê Şirnexê bixe bin kontrola xwe. Lêbelê, em dibînin ku tevî hemû êrîşan jî, Şirnex hîn jî berxwedana xwe didomîne. Rojnameger jî wê teşhîrkirina van polîtîkayana bidomînin."
Rêxistinbûn zirxek li dij êrîşan e
Selman Çîçek diyar kir ku li dijî êrişan rêxistinbûyin divê û wiha got:"Rêxistinbûn her tim girîng e. Rêxistinbûn zirxek li dijî êrîşan e, ew parastina xwe ye. Ger em wekî çapemeniya azad bi rêxistin nebûna; Zeynep dê bi tenê ba. Lêbelê, bi saya helwest û berteka me ya rêxistinkirî, di derbarê Zeynebê de hem bertekên neteweyî û hem jî yên navneteweyî hebûn. Helwesta me ya rêxistinkirî bû sedema vê yekê. Dema ku bûyer cara yekem hate bihîstin, me wekî DFG'ê daxuyaniyek xurt da, me helwesta xwe ya rêxistinkirî bi zelalî nîşan da. Û piştî wê parvekirinê, toreke hevgirtinê ya baş pêş ket."
Çapemenî rapora demokrasiyê ye
Selman Çîçek da zanîn ger çapemenî li welatekî ne azad be, ew welat jî ne azad de û wiha got:"Her çend rayedarên AKP'ê behsa demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin jî, êrîşên li ser çapemeniyê berdewam dikin. Niha 34 rojnameger li girtîgehan hene. Tenê di meha hezîranê de 6 rojnamevan hatin girtin. Astengkirinên gihîştinê berdewam dikin. Êrîşên li ser rojnamevanan berdewam dikin. Çapemenî rapora demokrasiya welatekî ye. Ger çapemenî li welatekî azad nebe, civak jî azad nîne."