Li Yemenê rewşa jinên rojnameger

Duşem 28 Nîsan 2025 - 02:35

Rojnamevan Mana Emîn diyar kir ku li Yemenê jinên rojnameger di pozîsyonên rêveberiyê de nikarin cih bigirin û got:"Medya bi asteke mezin di bin hakimiyeta mêr de ye."

Li Yemenê rojnamevanên jin gelek astengiyan dibînin. Ev rewş dibe sedem ku piranî pozîsyonên miduriyeta karên nivîsan ji bo mêran be. Dema jin tên van erkan, di pozîsyonek sembolîk de dimînin an jî tenê di saziyên taybet de, di saziyên ku ne girêdayî hikumetê ne, vê firsendê bi dest dixin.

Rojnamevan Mana Emîn di saziyek taybet de di rojmameyekê de firsenda midûriyeta karên nivîsan bi dest xistiye lê belê tevî ku hê di saziyeke medyayê ya dewletê de dixebite jî di saziyên dewletê de negihîştiye wê erkê. Di bazara taybet a rojnameya bi navê ‘Dengê Hêviyê’ û ‘Jin di Pêşketin û Aştiyê’ de xebitiye. Manal Emîn têkildarî ceribandinên xwe axivî û wiha got: “Saziyên dewletê yên medyayê ji bo jinên rojnamevan bi qasî pêwîst qadeke xuliqkar, nûbûn û pêşketinê ava nakin. Ev qad di asteke mezin de di bin hakimiyeta mêr de ye. Miduriyeta karên nivîsê û rêveberiya giştî ya weşanê di destên mêran de ye. Ji bo jinan jî di van qadan de bi qasî tê xwestin bawerî û erk nadin.”

Manal Emîn bal kişand ser cudahiya di navbera saziyên giştî û taybet de û wiha got: “Rojnamevanên jin ên ku di saziyên taybet de dixebitin, di van salên dawî de firsendên baş bi dest xistine. Bi zêdebûna platformên ku li ser înternetê weşanê dikin û navendên taybet ên medyayê, ji bo jinên rojnamevan derfet çêdibe ku bi azadî bixebitin. Lê belê bi bîr dixe ku saziyên taybet jî girêdayî partiyên diyar ên siyasî ne. Rojnamevanên ku di saziyên giştî de dixebitin, bi taybetî jin, bi qasî pêwist nayên perwerdekirin û di pozîsyonên rêveberiyê de cih nagirin.”

NÛJINHA / YEMEN / FATÎMA RAŞAS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.