Jin di ragihandinê de rola sereke dilîzin
Sêşem 25 Mijdar 2025 - 03:30

Rojnamevanan dan zanîn ku rola wan di belgekirina binpêkirinên li dijî jinan û aşkerakirina sûcdaran de, sereke ye û gotin:” Dengê jinan di ragihandinê de zimanê tundiyê şikand û li hemberî wê belge û şahidî aşkere kirin. Îro jin ne tenê nûçeyan vediguhêze, her wiha ew civakê diparêze.”
Rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rola zimanê ragihandinê di guhartina hişmendiya mêrperest axivîn û bal kişand ser têkoşîna wan a li dijî tundiyê.
Endama Meclisa Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) Arîn Siwêd got ji bo pêşxistina jinan û domandona têkoşînê li dijî hişmendiya baviksalar wan gelek xebat kirine, ne tenê di kar de, her wiha di civak û jiyana rojane de jî.
Arîn Siwêd diyar kir ku di belgekirina tundiya li ser jinan û aşkerekirina sûcdaran de, rojnamevanên jin berpirsiyar in û wiha domand: "Rola jinan di ragihandinê de êdî bûye roleke sereke bi taybetî ji bo avakirina civakeke zanatir ku bikare sedemên tundiyê ji holê rake. Saziyên ragihandinê jî perwerde û desteka pêwist ji bo rojnamevanên jin peyda dikin da ku bikarin hebûna xwe xurtir bikin û peyama xwe ji civakê û cîhanê re ragihînin."
Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Îbrahîm bal kişand ser rola rojnamevanan a di aşkerekirina binpêkirinan de û got: "Dengê jinan di ragihandinê de zimanê tundiyê şikand û li hemberî wê belge û şahidî aşkere kirin. Îro jin ne tenê nûçeyan vediguhêze, her wiha ew civakê diparêze. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan roleke sereke di damezirandin û pêşxistina ragihandina serbixwe de lîst. Di destpêka damezirandina ragihandinê li herêmê de, jinan dest bi xwerêxistinkirinê kir.”
ANHA/QAMIŞLO/SILAVA EBDUREHMAN















