Komxebata Çapemeniya Ewrûpayê
Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 03:55

Nûnerên saziyên ragihandinê yên Ewropayê li Hollandayê di komxebatekê de hatin ba hev. Di komxebatê de pirsgirêkên saziyên ragihandinê û vîzyonên wan ên pêşerojê hatin nîqaşkirin. Rojnamevanên mîna Fuat Kav, Hêlîn Cûdî, Amed Dîcle, Devrîm Arslan, Cahît Merwan, Fauk Sakik, Reşat Sorgul ên ji televîzyonên navendî yên Ewropa, rojname, ajans û saziyên medyaya dîjîtal tevlî komxebatê bûn ku 25-26’ê Cotmehê hate lidarxistin. Ji xeynî rojnamevanan Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û nûnerên ji saziyên cuda beşdarî komxebatê bûn û nêrîn, nirxandin û rexneyên xwe pêşkêş kirin.
Di vekirina komxebata 2 rojî de, peyama Rêber Apo ya ji bo merasîmên Xelata Rojnamevaniyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û 32’yemîn Çapemeniya Mûsa Anter hate xwendin. Piştre rojnamevan û nivîskar Ferda Çetîn axaftina vekirinê ya komxebatê kir. Armanca komxebatê ew e ku piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo ku çapemenî mîsyon, rêbaz, rêxistinbûn û zimanê xwe binirxîne, rexne bike û jinûve avakirinê pêvajoyeke nîqaşê ya berfireh bide destpêkirin. Di roja yekem a komxebatê de têkildarî pirsgirêk û rewşa çapemeniya nivîskî û dîtbarî du semîner hatin dayîn. Di komxebatê de pirsgirêk û jinûve avakirina saziyên ku li her du qadan xebatê dimeşînin, hate nirxandin û roja ewilî bi nîqaşên li ser van her du mijaran bi dawî bû. Roja duyem a komxebatê bi semînera “Di medyaya me de hebûna jinê, têkoşîna me û tiştên divê bên kirin” destpê kir. Li pey vê semînerek din jî hate pêşkêşkirin ku encamên anketa saziyên çapemeniyê, parve kir. Beşdaran encamên anketê nirxand û gotin, divê xebatên wiha bên berfirehkirin û ji bo avakirina saziyên çapemeniyê berhemên hîn baştir bên pêşkêşkirin.
Di komxebatê de piştî semînerên li ser Medyaya Dîjîtal û Weşangeriya Dîjîtal, xebatkaran qasî 3 rûniştinan li ser avakirina nû, pirsgirêkên Çapemeniya Azad û rêyên çareseriyê nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin. Tê payîn ku encamnameya komxebatê, di rojên pêş de were parvekirin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN














