9 sal berê JINHA
Pêncşem 30 Cotmeh 2025 - 03:05

JINHA ku 9 sal berê bi KHK’ê hat girtin, di zimanê serdest ê mêr de guherînên mezin afirand, rojnamegerên jin têkoşîna vê îro jî didomînin.
JINHA di 8’ê Adara 2012’yan de bi gotina ‘Em dinivîsin… Em bêyî ku mêr çi dibêjin dinivîsin’ derket rê. Yekem ajansa nûçeyan a jinan a cîhanê bû û ji aliyê rojnamegerên jin ve hat avakirin. Rojnamegerên jin zimanê serdest ê mêr qebûl nekirin. Ji midûrê wê bigirin heta nûçegîhan heta kameraman û wênekêşvan kadroya wê ji jinan pêk dihat.
JINHA ya ku di demek nêz de dengê xwe da bihîstin, pirsgirêkên jinan da nîşandan û cih da çîrokên jinan. Di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’a 675 JINHA û gelek saziyên din ên çapemeniyê hatin girtin û gelek nûçegîhan jî hatin girtin. JINHA’yê heman şevê daxuyanî da û biryarbûna xwe bi van gotinan da bihîstin: “JINHA bi KHK’yan nikare bê bêdengkirin. Wê li dijî serdestiya mêr serî netewîne. Wê wek dengê jinê nivîsandina xwe bidomîne.”
Piştî girtinê jî mîrateya ku JINHA’yê afirand ji aliyê rojnamegerên jin ve hat meşandin. Zimanê rojnamegeriya jinê hat berfirehkirin, cihê xwe yê di bîra civakî de mezin kir û meşand. Xebatkarên berê yên JINHA’yê îro hîna şopa vê guherînê û hêza veguhertinê ya rojnamegeriyê vedibêje.
Mekiye Gorenç Saglam ya wek edîtor di JINHA’yê de xebitî wiha got: “Di kevneşopiya çapemeniya azad de yek ji kesên ewil tên bîra min Ayfer Serçe, yanî Şîlan Aras e. Li Îranê di 23’yê Tîrmeha 2006’an de ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin. Ji bo bibe dengê jinan derketibû rê lê xwestin pênûsa wê bêdeng bikin. Lê xeyal, têkoşîn û wêrekiya wê nehat bêdengkirin. Xeyalê wê yê herî mezin dengê jinan bide bihîstin bû. Me jinên rojnameger xeyalê wê bi JINHA'yê yanî Ajansa Nûçeyan a Jinan pêk anî. Me di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşanê kir.”
Nûçegîhana JINHA’yê Nişmiye Guler jî diyar kir ku piştî hewldana darbeya di 2016’an de pêk hatiye şûnde der barê azadiya civakan de zextên cidî pêk hatine û wiha domand: “Hikûmetê wê demê KHK derxistin û bi KHK’yan pêvajoyeke ku darbe li azadiyan xistin hat jiyîn. Wê demê bi saziyên çapemeniyê re JINHA jî hat girtin. JINHA hedef hat girtin. JINHA yekane ajansa jinan bû û bi kedek mezin hatibû avakirin. Bi salan rojeva jinan diyar kir. Dema JINHA hat girtin me wisa dît; xuyaye ku em karê baş dikin ji ber vê em hatin girtin.”
Bêrîtan Canozer a di JINHA’yê de nûçegîhanî kir der barê mijarê de axivî û ev nirxandin kir: “Yek ji sedemên derketina holê ya JINHA’yê, serdestiya zimanê baviksalar bû. Ji ber çapemeniya alîgir jin tenê di rûpela sêyemîn de bi nûçeyên magazînî dida. Me nîşan da ku jin ne alav in, ne alavên magazînê ne. Me di JINHA’yê de got jin bi tena serê xwe jiyan e, em vê jiyanê bi esas û gotina wê diparêzin.”
JINNEWS/AMED/ŞEHRÎBAN ASLAN














