Îranê 60 sal ceza li rojnamegeran birî
Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:10

Rejîma Îranê ji serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve 170 rojnameger binçav kir û cezayê girtîgehê da 21 rojnamegerî.
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê bi boneya Roja Cîhanî ya Dawî Anîna Tundiya Dijî Rojnamevanan, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ binçavkirin û girtina rojnamevanan ji aliyê desthilata Îranê ve zêdetir bûye. Hate ragihandin ku ji sala 2022’yan ve 170 rojnamevan hatine binçavkirin ku 24 jê jin bûn.
Hate destnîşankirin ku di sala 2023’yan de ji aliyê Dadgeha Îranê ve bi giştî 60 sal cezayê girtîgehê li 21 rojnamegerî hate birîn.
NAVENDA NÛÇEYAN














