Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ji bo bîranîna nûçegihana ajansa ANHA’yê Şehîd Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Deştan klîbek bi navê “Oxir be” çêkir.
Gotinên stranê ji aliyê hunermend Varon Candemir ve hatine nivîsandin û klîb ji aliyê wî ve hatiye amadekirin. Klîb li Hunergeha Şehîd Zanîn hatiye tomarkirin û montaja wê ji aliyê Welat Seîd ve hatiye kirin.
Berhema “Oxir be” balê dikişîne ser têkoşîna gelê Kurd a li hemberî dijminên wî di serî de dewleta Tirk a dagirker. Her wiha girîngiya domdandina têkoşînê û yekrêziya Kurdî tê diyarkirin.
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan 19’ê Kanûna 2024’an dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de herdu rojnamevan şehîd bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN