Kêmbûna baweriya bi medyayê re
Şemî 2 Tebax 2025 - 03:15
Rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şopandina bûyerên li peravê û Siwêdayê wiha gotin:" Divê ragihandineke azad û bêalî hebe ku rastiyê ji meydanê ragihîne û wekî pirekê ji bo veguhestina dengê qurbaniyan xizmet bike, ne wekî çekek di destê desthilatê de."
Rojnamevanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bûyerên li herêmên perava Sûriyeyê û Siwêdayê rû dane ku di encamê de bi hezaran kes bûn qurbanî, her wiha şopandina van bûyeran ji aliyê medyaya cîhanê û ya erebî ve, axivîn.
Rojnamevan Evîn Yûsif ji ber nebûna hevsengiyê û bêalîtiyê di şopandina bûyerên li perav û Siwêdayê rexne li medyaya erebî û cîhanî kir. Evîn da zanîn ku ev nêzîkatî jî piştrast dike ku bi awayekî aşkerayî girêdayî hesabên siyasî ku di ser rastiyan û mafên qurbaniyan re digirin.
Evîn Yûsif îşaret bi vê yekê kir ku binpêkirinên mezin ên ku li Sûriyeyê, bi taybetî li deverên wekî perav û Siwêdayê rû didin, bi zanebûn tên paşguhkirin.
Rojnamevan Evîn Yûsif bal kişand ser çapemeniyê rojavayî jî û wiha got: "Ew jî yekalî nebû. Tevî ku hin ajansên cîhanî û ragihandina xwecih bi awayekî diyarker şopandinek kir, lê şopandina wan lawaz bû, rastî bi temamî aşkera nekirin û aliyên ku ev kirin pêkanîne berpirsyar nedît."
Evîn Yûsif da zanîn ku divê ragihandineke azad û bêalî hebe ku rastiyê ji meydanê ragihîne û wekî pirekê ji bo veguhestina dengê qurbaniyan xizmet bike, ne wekî çekek di destê desthilatê de.
Rojnamevan û şîrovekar Ebdulhelîm Silêman jî destnîşan kir ku lihevkirinek navneteweyî heye ku piştgiriya pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê bike û got, ev yek piştrast dike xwezaya ragihandina ku bi dosyaya Sûriyeyê re mijûl dibe, xwe dispêre perspektîfên siyasî yên ku xizmeta siyaseta welatên wan dike.
Ebdulhelîm Silêman destnîşan kir ku bêdengkirina dengê qurbaniyan li şûna vegotina rayedaran binpêkirina exlaqê rojnamegeriyê ye, her wiha got, hin dezgehên medyayê li şûna ku rastiyê bi awayekî profesyonel ragihînin, vegotinên siyasî an mezhebî ferz dikin.
Ebdulhelîm Silêman di dawiya axaftina xwe de got: “Ji ber nebûna vegotineke rast a der barê qurbaniyan de, kêmbûna dezgehên medyayê yên fermî, her wiha pêşketina medyaya dîjîtal û çavkaniyên ne pêbawer, pêdiviyek lezgîn a ji nû ve nirxandina karê ragihandinê ya li ser Sûriyeyê û dûrketina ji hesabên teng dema ku mijar mirovî be derdixe pêş.”
ANHA/QAMIŞLO/SILAVA EBDUREHMAN