Zextên li rojnamegeran zêde dibin
Duşem 16 Hezîran 2025 - 02:55
Rojnamevan Nexam Mekî da zanîn li Iraqê zextên li ser rojnamegeran zêde dibin û got:"Rojnamevanî dengê civakê û amûra wê ya sereke ye ji bo ragihandina pirsgirêkên wê. Lê ev sînordarkirin bi şiklê zext û gefên ku rojnamevan pê re rûbirû dimînin xwe nîşan didin, bandorek neyînî li ser hebûna naveroka medyayê dikin."
15'ê Hezîranê salvegera 156'emîn a damezrandina çapemeniya Iraqê ye. Tevî van salan jî, Iraq di vî warî de bi dijwarîyên girîng re rû bi rû dimîne. Li gor rapora îsal a Rojnamevanên Sînor Nenas, Iraq di azadiya çapemeniyê de di rêza 169'emîn a cîhanê û di endeksa azadiyên giştî de di rêza 126'emîn de ye. Ev jî rewşek aloz nîşan dide ku azadiya rojnamevanan ji bo pêkanîna erkên xwe sînordar dike û bandorek neyînî li ser serxwebûna medyayê dike.
Li Iraqê astengî hene
Rojnamevan Nexam Mekî ku ji Parêzgeha Besra ye, diyar kir ku rêza nizm a Iraqê nîşana sînordarkirinên girîng e ku siya xwe davêjin ser azadiya ramanê û got: "Rojnamevanî dengê civakê û amûra wê ya sereke ye ji bo ragihandina pirsgirêkên wê. Lê ev sînordarkirin bi şiklê zext û gefên ku rojnamevan pê re rûbirû dimînin xwe nîşan didin, bandorek neyînî li ser hebûna naveroka medyayê dikin û nahêlin ku rojnameger pîşeya xwe bi awayekî çêtirîn bikin. Rewşa medyayê li Iraqê bi astengiyan re rûbirû ye, ev jî bi taybetî gefên berdewam, zagonên qels û destwerdana siyasî ya di karê rojnamegeriyê de ne. Divê zagonên ku parastina rojnamevanan dikin bên mîsogerkirin."
NÛJINHA/BEXDA/RECAA HEMÎD REŞÎD