Jin xwedî hêzek taybet û cuda ne

Şemî 26 Nîsan 2025 - 03:20

Rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji bo ragihandina rastî û heqîqetê rû bi rûyê binpêkirin û gefên rayedaran dibin. Taybet li Başûrê Kurdistanê asta gef, zext, êriş û qetlên rojnamevanan di demên dawî de zêde bûne. Sendîka û rêxistinên mafên rojnamevanan ên li seranserê cîhanê, ji bo parastina maf û jiyana rojnamevanan xebat dimeşînin.

Têkildarî vê yekê Seroka Komeleya Rojnamevanan a Yekitiya Ewropayê Beşa Yewnanistanê Isaia Tsaousidou, axivî û got:’’Teror û şehîdkirina rojnamevanan li Herêma Kurdistan û Iraqê kiryarek ecêbe. Armanca rojnamevanan ragihandina rastiyê ye. Divê em hemû zextê li hikûmet û rayedaran bikin da ku rêz li yasayên mafên mirovan û çapemeniyê bigirin. Cihê xemgîniyê ye ku di nava 20 salên borî de gelek rojnamevan li çaraliyê cîhanê ji ber ku rastiyê dibêjin hatine kuştin.”

Tsaousidou qala rojnamevaniya li Başûrê Kurdistanê kir û got:’’Li vir, rojnamegerî bûye online û dîjîtal ku rêxistinkirina wê zehmet e. Rojnamevan, bi taybetî rojnamevanên nû, pêdivî bi perwerdeyê heye. Li gel vê, divê jin di rojnamegeriyê de bêtir derkevin pêş, ji ber ku jin li gorî zayendê dijber xwedî hêz û cudahiyek taybetin.” Isaia Tsaousidou balkişand li ser şehîdkirina Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn û got:’’Tirkiye yekem welatê Ewropayê ye ku herî zêde binpêkirinên li dijî rojnamevan û mafên mirovan dike ye. Ew jî tenê ji ber ku Erdogan tê rexnekirin. Tevî ku me beşek ji nûnertiya xwe li Tirkiyeyê vekir jî, ji ber gelek gef û rexneyên li ser rayedaran ofîsa me hate girtin.” Isaia Tsaousidou li ser tedbîrên ji bo rêgirîkirina li binpêkirinên beramberî rojnamevanan got:“Li ser malpera fermî ya Komîsyona Yekitiya Ewropayê, me beşek li ser binpêkirin û gefên ku rojnamevan li çar aliyê cîhanê pê re rû bi rû dimînin çêkiriye. Her rojnamevanek ku rastî binpêkirinekê were, dikare bi rêya e-mail’ê ji bo qeydkirinê me agahdar bike ku emê çareseriyê tekez bikin. Em dizanin ku Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiyê şer dikin û pir zorî û zehmetiyên vê yekê hene. Ji ber ku Erdogan bi berdewamî hewl dide dengê Kurdan bitepisîne. Em bawer dikin ku divê neteweya Kurd azad be û ji bo ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, divê em alîkariya wan bikin û piştgiriyê bidin wan.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.