Rola jinan li rojnamevaniya Kurdî

Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 03:25

127 sal bi ser derketina yekem rojnameya Kurdî ya bi navê Rojnameya Kurdistanê re derbas bû. Li Başûrê Kurdistanê tevî ku rûbirûyê gelek binpêkirin û neheqiyan dibin jî lê jin ji wê demê heta niha bi rêjeyeke berbiçav hatine nav karê rojnamevaniyê û di dezgehên ragihandinê de kar dikin. Rojnamevan Hano Ehmed bal kişand ser xebitîna jinan di nav dezgehên ragihandinê de û got:”Her çendî ku jin rûbirûyê gelek astengiyan dibin jî, jin di nav dezgehên ragihandinê de roleke bandorker dileyîzin. Bêyî hebûna jinan, dezgehên ragihandinê rûbirûyê kêmasiyan dibin. Her wiha di piraniya dezgehên ragihandinê de jin kêmtir di pêgehên bilind de wek rêveber û sernivîskar têne dîtin. Pêwîste ji aliyê sendîkaya rojnamevanên Herêma Kurdistanê ve, ev bê birêxistinkirin da ku ev newekhevî nemîne. Ji ber ku ev newekhevî cûrekê binpêkirinane.” Hano Ehmed tekez kir ku rêxistinên jinan û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan ya Başûrê Kurdistanê bi qasî pêwîst li hember binpêkirinên jinan helwest nîşan nedane. 

Jin êdî profesyonel in

Rojnamevan Roze Mihemed jî têkildarî mijarê balê dikişîne ser hişyariya jinên rojnamevan li Başûrê Kurdistanê û got:“Em jin dikarin bi rêya ragihandinê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Rewşa jinan niha di dezgehên ragihandinê de ji ber hişyariya jinan gelek pêşketî ye. Ji ber ku berê wergirtina jinan di dezgehên ragihandinê de li ser bingeha spehîbûna rûyê wan û fîzîka wan bû, ne li ser bingeha jêhatîbûn û şiyana wan bû. Lê niha jinan karîne gavên gelek mezin bavêjin û asta zanînên wan gelek başe û bi profesyonelî kar dikin. Her çend karê rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê girane, lê ya girantir ewe ku tu jin bî. Lê jinan karîne tevî hemû astengiyan, xwe pêş bixin. Ji ber karkirina rojane di hemû kar û çalakiyan de, şopa  wan diyar e.” Derbarê helwestên sendîkayên rojnamevanan û rêxistinan li hember binpêkirinên li dijî jinên rojnamevan, Roze Mihemed behsa wê yekê jî kir ku hinek caran ew rolên baş naleyîzin û got:“Lewma divê aliyên peywendîdar destê alîkariyê dirêjî rêxistinan bikin. Rêxistin û partî jî divê karên wan di oxira xizmeta jinan de be.” Roze Mihemed ev peyam da jinên hempîşeyên xwe:“Pîşeyeke gelek giran ketiye destê me jinan. Peyama her kesî digihînin. Divê em her dem di nava xwe nûkirinê û pêşketinê de bin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.