Gef ji ber heqîqetê ye
Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 03:30
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût li Şirnexê ‘Çeteya Fûhûşê’ kifş kir, lê belê malbata Kenan Tatar ê ku di dosyayê de kiryar e, gef li Zeynep Dûrgût xwar.
Rojnamevan Zeynep Dûrgût ku çeteya fûhûşê gef lê xwar, bersiv da pirsên ANF’ê û ev nirxandin kir:“Ji dîrokê heta vê serdemê mîrateyeke heqîqetê heye u ji Apê Mûsa digihêje Gûrbetelliyan. Rojnamevanî ji bo me parastina heqîqetê ye, meşa li ser vê rêyê ye. Rojnamevanî ji bo me rêwîstiya heqîqetê ye. Lewma di nava rastiya civakî de li hemberî heqîqetê her tim hêrsek heye. Ji ber ku rastî ditirsîne, aciz dike û ronî dike. Ya gef li rojnamevanan tê xwarin, ya jî têne binçavkirin, ya jî girtin. Eger hûn rojnamevan bin li vî welatî di her kêliyê de tiştek dikare bê serê we, divê hûn bi rengî bixebitin. Li cihên ku serxwebûna dadgeriyê lawaz e ev rewş hîn şênber dibe.” Zeynep Dûrgût anî ziman ku zext û gefên cidî li xebatkarên çapemeniya azad têne kirin û got:“Li gelek welatan bi taybetî jî li welatên ku meyla otoîteriyê lê heye, dadgerî ketiye bin bandora rêveberiyê. Ev rewş jî li pêşiya darizandina kiryarên ku li hemberî rojnamevana sûc kirine dibe asteng. Kom an jî kesê ku gef xwariye eger pêwendiya xwe bi hêza siyasî re hebe, dosya yekser tê nixumandin û bi biryara neşopandinê bi dawî dibe. Dema rojnamevan dibin hedef bi giranî ‘refleksa hiqûqî’ nayê bikaranîn, lê belê rojnamevan ji ber nûçeyekê dibe hedefa dadgeriyê, heman mekanîzmaya dadgeriyê bi lez dikeve dewrê. Ev yek nîşan dide ku dadgerî li gorî konjonktura siyasî tevdigere. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku bi cotstandartiyê tevdigere.”
Em heqîqetê dinivîsin
Zeynep Dûrgût bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got:“Li hemberî zext, gef, binçavkirin, girtin û sansura li dijî rojnamevanan, têkoşîna herî bi wate ya ku em bimeşînin, divê ew be ku em hîn bêhtir nûçeyan çêbikin, raxistiyê bêhtir raxin pêş çavan û ya nebaş hîn bêhtir kifş bikin.Têkoşîn bi vî rengî dibe. Ji bo me rojnamevanan her der divê qada têkoşînê be û bi vî rengî têbikoşin. Eger hûn di eşkerekirina rastiyê de bi biryar bin, rastî jî wê bi we re be; yên heqîqî wê bi we re bin.
Lewma em rojnamevan hem li qadê hem jî li derveyî qadê divê em piştevaniyê ji hev re bikin. Piştevanî wê me xurt bike.
Rojnamevan divê bi vê yekê zanibin: Em nebin kes wê me neparêzin. Ji ber ku em pîşeyekî welê dikin ku bi nûçeyên xwe her beşê aciz dikin; heqîqetê dinivîsînin. Lewma têkoşîna ku em ê bimeşînin pêwîstiya xwe hîn bêhtir bi xwestin û biryardariyê heye.”
ANF/ŞIRNEX