Li JIN TV dibe dengê civaka xwe

Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:35

Endam û kemeramana JIN TV’yê Sewsan Elî ya ku yek ji penaberên Serêkaniyê ye, dibêje ku JIN TV deng û rûyê jinê ye, her wiha ji bo ragihandina rastiya civakê dixebite.

Sewsen Elî, ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser bajarê wê Serêkaniyê di sala 2019'an de neçar maye bi malbata xwe re koçî bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe. Ji bo ku berxwedana xwe li dijî dagirkirina xaka xwe bidomîne û bibe dengê rastiya civaka xwe ya penaber, di sala 2021'an de berê xwe da navenda televizyona JIN TV û li wir wek kameravan cîh girt. Sewsan Elî qala tevlîbûna xwe ya li kanala JIN TV kir. Sewsan diyar kir ku piştî koçberbûna ji Serêkaniyê, li deverên wek Hesekê û Amûdê bicîh bûne û got:“Di sala 2021'an de bi komek jin re beşdarî perwerdeya televizyona JIN TV bûm. Em 3 jin di vê perwerdeyê de biser ketin û me cîh di kanalê de girt. Armanca min, tenê bibim kameravan bû, lê bi demê re û piştî danûstandinên di nava ekîbê de, xeyalên min berfirehtir bûn û min xwest di demên pêş de bibim pêşkêşvan jî. Xeyala min ew e ku rojekê vegerim bajarê xwe û bibim deng û rengê civaka xwe.” Sewsen Elî diyar kir ku hemû kar û xebatên derveyî studyoyê bi hevalên xwe re dişopîne û got:"Em wek ekîbên jin di navendê de bi hevahengî û hevgirtinê xebatên xwe dimeşînin. Destpêkê me zehmetî di xebatên xwe de dîtin ku jinek kameravan an pêşkêşvan be. Lê bi îrade û hebûna xwe ev kêşe derbas kirin û niha bi sedan xebatkarên jin di çapemeniyê de cih digrin û pêşengiyê dikin." Sewsen Elî bang li hemû jinan kir ku li dû hêviyên xwe herin û got:"Hêvî û daxwaza min ji bo her jinek heye ku xwedî li xeyal û meraqên xwe derkevin. Her jinek ku hezkirina wê ji kemera û karê çapemeniyê re heye, bila berê xwe bide JIN TV’yê ku cihê deng û rengê jinê ye. Bila tu bend nebin asteng li pêşiya xeyalên we. Bi îrade û xwestek hemû astengî û kêşe derbas dibin û dema berhemên te dibe sûd ji civakê re, hemû astengî û westandin tên jibîrkirin.”

NÛJINHA/AMÛDÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.