Em ê bi berpirsyariyên xwe rabin

Şemî 8 Adar 2025 - 03:40

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand. Peyama ku bi sernavê "Têkoşîna jinan a hevgirtî wê serketina pêngava dîrokî ya Rêber Apo ya Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aştiyê misoger bike" hate weşandin, bi vî rengî dewam kir:"Têkoşîna Jina Kurd ji bo serxistina Paradîgmaya Jiyana Azad, ji şoreşgera mezin Sarayan (Sakîne Cansiz) heta fedaiyên serdemê Asyayan û fermandarên wêrek Axîn û Nesrînan her ku çû mezintir bû û heta serketinê jî bi israr ewê bidome. Rêber Apo di vê rêya pîroz de her dem ji me re bû ronahî û hêza têkoşînê. Rêber Apo di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de bi pêngavekî dîrokî ji bo gelan bi taybetî jî ji bo jinan rêya çareseriyeke bi rûmet û azad wek ronahiya rojê nîşan da û ji bo pêkanîna wê jî kedekî bêhempa raber dike. Lewma em wek Tevgera Azadiya Jin û gerîlayên YJA-Starê bi hêza ku ji ronahiya Rêber Apo digrin ve 8’ê Adara îsal li serê çiyayên xwe yên bilind pêşwazî dikin û kelecana silav girtina ji Rêber Apo dijîn. Ji ber vê em ji her demê xurtir û bibiryarin ku bi Têkoşîna Azadiya Jin ve em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan, Şoreşa Jin pêkan bikin, hemû qadan bi reng û deng, bi hest û azweriya jina azad ve bixemilînin.

Nêzî serxistina pêngavên şoreşî ne

Rêber Apo roja ku dest bi Têkoşîna Azadiya gelê Kurd kir û şûnve berpirsiyartiyên herî girîng û baweriyên mezin da Tevgera Azadiya Jin. Lewma jin, li serê çiyayên Kurdistanê di bingeha Birdoziya Rizgariya Jin de bû partî, bû artêş û ji bo tevahiya jinên cîhanê ku di lêgera azadiyê de têdikoşin re bû îlham. Lewra jin ne tenê 8’ê Adarê, berovajî her roj li qadan ji bo azadiyê têdikoşin. Her wiha bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hêza xwe ya mezin a ku rehên xwe digihîjin serdema xwedawendan, nîşanê pergala mêr-dewlet didin. Ev zelal e ku jinên berxwedêr ên ku li hember zîhniyeta serdest ê mêr serî radikin, nirxên civakî diparêzin tirs û xofa herî mezin a hêzên modernîteya kapîtalîst e. Lewma zelal e ku di têkoşîna azadiyê de jin ji her demê bêhtir xwedî hêz in û nêzî serxistina pêngavên şoreşî ne.

Serxistina jiyana azad de bi israr in

Rêber Apo dibêje ‘Jin bi qasî ku çarenûsa şer jî aştiyê jî diyar bikin divê xurt bin.’ Ji bo vê yekê em wek Yekîneyên Star ji bo serketina ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ erk û berpirsiyartiyên xwe pêk bînin. Heta ku bi Rêber Apo re hevdîtinên azad pêkan bikin emê bi hêza felsefeya ‘Jin jiyan Azadî’ ve têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em wek milîtanên Rêber Apo, bi xurtkirina rêxistinbûna xwe, bi kûr kirina têkoşîna birdozî ve jiyana azad bi dest bixin. Lewra di van demên dîrokî de em dizanin ku berpirsiyartî û erkên herî girîng jî li ser milê me jina ye. Her roja diçe Felsefeya Jiyana Azad yê Rêber Apo zêdetir gerdûnî dibe û binketina dîrokî ya zihniyeta serdest ya zilam her wiha hêzên komploger, radixe berçevan. Êdî ti tiştekî ku jin winda bike nîne berovajî azadiya ku divê were serxistin heye. Lewma serkeftina jin ewê bibe serkeftina Civaka Demokratîk û aştiyeke mayînde. Em wek YJA-STAR heta dawî di serketina jiyana azad de bi israr bin û heta ku bi Rêber Apo re hevdîtinên azad pêk bînin, heta ku jiyana birûmet û demokratîk ya gelê xwe pêkan bikin bi biryardariyekî mezin têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê bi fermanên Rêber Apo re jiyana azad ava bikin, di serdemekî nû ya têkoşînê de wek Sarayan, Delalan, Leylayan pêşengtiyê bikin. Di vê bingehê de em carekî din roja Jinên Kedkar ya Cîhanê li hemû  hevrêyên xwe yên jin û tevahiya jinan pîroz dikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.