Em dîwar û deriyan rakin

Duşem 18 Kanûn 2023 - 16:39

  • Girtiya siyasî Elîf Çetînbaş: Ji bo birêz Abdullah Ocalan divê herkes berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bîne. Me bi çalakiya greva birçîbûnê hewl da vê tarîtiyê ronî bikin û rojên ronî bibînin. Lê rakirina derî û dîwaran bi hewldana me hemûyan pêkan e.

Elîf Çetînbaş û Rihan Kavak Ozbek ji girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta Tirk de ne; ew di heman demê de di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de ne. Herduyan da zanîn ku wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û wan pirsê: “Heke îro nebe em ê kengî daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bikin?”
Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê jî rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê eşkere kir û got, beriya dereng be, lazim e zend û bend bên vemalîn.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya bi dor kiribû. Çalakî, di roja 23’yan de dewam dike.

Ji siyasetvanan, Elîf Çetînbaş û Rihan Kavak Ozbek ên di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de, di nava koma seyêmîn a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê de ne, wan niha çalakî dewr girt. Wan bi peyamekê bang kir da ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê bê derketin.

 

Ji bo dîtina rohniyê

Elîf Çetînbaş di peyama xwe de got: “Di demekê de ku her roj 5 jin tên kuştin, aborî di destê hêzên sermayeyê de veguheriye Leviathanayê, netewe dewlet bi avaniya xwe ya faşîst û yekperest, ala xwe ya îflasê kişandine, “Ji bo birêz Abdullah Ocalan divê herkes berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bîne. Me bi çalakiya greva birçîbûnê hewl da vê tarîtiyê ronî bikin û rojên ronî bibînin. Lê rakirina derî û dîwaran bi hewldana me hemûyan pêkan e.”

 

Bê şert û merc Abdullah Ocalan berdin

Rihan Kavak Ozbek jî di peyama xwe de got, mifteya aştiya gelan a Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd Rêber Abdullah Ocalan e û bang kir ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê bê derketin. Ozbek, di dewamê de got, “Niha cîhan hemû dizane ku mifteya aştiya gelên Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, birêz Abdullah Ocalan e. Heta aştiya Rojhilata Navîn paradigmaya birêz Abdullah Ocalan a ‘Rojhilata Navîn a Demokratîk e’. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê herkesê ku dibêje ez demokrat im û gelê Kurd li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Ji ber vê yekê divê herkes li dengê zindanan xwedî derkeve û bibîhize. Divê girtiyên siyasî bêşert û merc werin berdan û serê pêşî jî birêz Abdullah Ocalan.”

 

Zend û bendan badin

Koordînasyona Şopandina Grevên BirçîbûNê rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê yên li zindanan eşkere kir û got, "Beriya ku mirov canê xwe ji dest bidin, zend û bendan badin."

Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ji Baroya Amedê, Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) pêk tê. Wê rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê eşkere kir.

Sekretera Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê, parêzer Reyhan Gok metna daxuyaniyê xwend. Reyhan Gok bi bîr xist ku greva birçîbûnê di roja 22’yan de ye û diyar kir ku çalakî ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên li Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rengekî demokratîk tê lidarxistin.

Reyhan Gok diyar kir ku ji bo dawî li greva birçîbûnê bê anîn, desthilatdariya siyasî û saziyên erkdar gavek neavêtine û got, “Mafên girtiyan hemû, nexasim jî rûmeta girtiyan, mafê jiyanê û mafê tenduristiyê di bin berpirsyariya dewletê de ne. Di demeke greva birçîbûnê de qedexeya gengaz a şekir, xwê û vîtamînê ya li girtîgehan, wê helwêsteke êşkence û kiryarên xerab be."

Reyhan Gok bi bîr xist ku ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de vîtamîn bivênevê ye.

Reyhan Gok ragihand ku tecrîda li Îmraliyê li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê, Destûra Bingehîn û Qanûna Înfaza Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ye û xwest, beriya ku pêvajoyeke xeter dest pê bike, desthilatdariya siyasî daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih bîne: "Di rewşeke berevajî de eger encamên nerênî têkildarî mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan rû bide wê desthilatdariya siyasî berpirsyar be. Lewma divê Wezareta Edaletê û saziyên pêwendîdar tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.