Ji bo çapemeniya azad rihê yekîtiyê girîng e

În 30 Tebax 2024 - 02:10

ROZA METÎNA / AMED

Rojnameger Îsmet Konak têkildarî êrişên li ser çapemeniya azad û qetilkirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadin wiha got:”Li dijî êrişên li ser kedkarên çapemeniya azad ên wekî Gulistan Tara û Hêro Bahadîn divê Kurd werin gel hev. Ji bo çapemeniya azad rihê yekîtiyê girîng e.”

Di 23’yê Tebaxê de Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişek bir ser wesayita rojnamegeran a li navçeya Seyidsadiq a Silêmanî û bi êrişê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadin jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 6 kedkarên çapemeniya azad jî birîndar bûn. Li Kurdistan û deverên din ên cîhanê çalakiyên nerazîbûna li dijî êrişa li ser herdu jinên rojnameger hatin lidarxistin. 

Dixwazin çapemeniya azad serî bitewîne

Rojnameger Îsmet Konak anî zimên ku rojnameger sûcdaran teşhîr dikin loma jî dibin hedef û wiha pê de çû:” Îşkence û zext li kedkarên çapemeniya azad tê kirin. Her wiha tên kuştin, îşkencekirin û astengkirin. Armanca vê yekê jî ew e ku civak bê oksîjen bimîne. Tê xwestin bi vê yekê civak ji oksîjena agahiyan mehrûm bên hiştin. Loma jî zihniyeta netew dewletê yanî Tirkiye dixwaze serî bi çapemeniya azad bide tewandin. Ev zihniyet dixwaze kedkarên çapemeniya azad têxe nava dorpêça serîtewandinê. ‘’

Zexteke mezin li ser rojnameger heye

Konak êrîşên pirhêlî yên dagirkeriya Tirk ên li ser Kurdistanê bi bîr xist, ji bo vê jî giringiya çapemeniya azad destnîşan kir û got,’’Li dijî ziman û dîroka Kurdan êrişek heye. Înkarkirina çanda Kurdan heye. Ji bo ev polîtîkayana vala derkevin li vir rola çapemeniya azad gelekî girîng e. Di heman demê de li Kurdistanê gelek komkujî hatine kirin. Yek ji peywira girîng a çapemeniya azad ew e ku sûcdaran teşhir bike. Loma jî zexteke mezin li rojnamegeran tê kirin. Loma jî gelek kedkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin û hîn jî tên qetilkirin.”

Piştî lihevkirina Enqerê û Bexdayê…

Konak peymana di navbeyna Enqerê û Bexdayê de ya 14’ê Tebaxê hatî îmzekirin bi bîr xist, diyar kir piştî vê peymanê rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatine qetilkirin. Konak diyar kir ev peymana di navbeyna Enqerê û Bexdayê de li ser esasê hevkariya ewlehî û leşkerî ye û got,’’Dibêjin hevkariya ewlehî û leşkeriyê lê belê di esasê de armanc qetilkirin û tunekirina gelê Kurd e.’’Konak her wiha got ev peyman bi hevkariya PDK’ê û Îranê hatiye îmzekirin.’’

Rihê yekîtiyê girîng e

Konak bi domdarî giringiya yekîtiyê destnîşan kir û got,’’Li dijî êrişên li ser kedkarên çapemeniya azad ên wekî Gulistan Tara û Hêro Bahadîn divê Kurd werin gel hev. Ji bo çapemeniya azad rihê yekîtiyê girîng e. Divê em bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî êrişan hîn zêde bikin. Fîlozofekî Koreyî yê bi navê Byung-Chul Han dibêje; Tenê ji kevirekî dîwar çênabe divê em bên gel hevdu. Her wiha gotineke Qazî Mihemed heye. Dibêje; Xeyalekî min ew e ku ez her çar aliyên Kurdistanê azad bibînim. Ji bo ev xeyal pêk bê divê Kurd bibin yek.”

Çapemeniya PDK’ê komkujiyê rewa dike

Îsmet di heman demê de bal kişand ser rola çapemeniya PDK’ê û wiha got:”Dema ku Gulistan Tara û Hêro Bahadin hatin qetilkirin çapemeniya PDK’ê got ‘2 PKK’yî hatin kuştin’. Zimanekî ku komkujiyê rewa bike bi kar anî. PDK bi vî zimanê xwe nîşan dide ku ew jî parçeyekî ji vê komkujiyê ye. Jixwe mirina mejî ya PDK’ê bi îmzekirina Mutabakat Zapti ya 14’ê Tebaxê re, piştrast bû. PDK wê demê bû siwarê kesên axa Kurdistanê îlhak dikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.