Divê muzakere bên destpê kirin

Duşem 25 Adar 2024 - 00:52

MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de Mehmet Ocalan bi telefonê bi birayê xwe Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, lê ev hevdîtin tenê 3-4 deqeyan dom kiribû û piştî wê rojê tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatibû girtin. Mehmet Ocalan ku di 3'yemîn salvegera hevdîtinê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, anî ziman ku divê tecrîd bi dawî bibe û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.

Mehmet Ocalan der barê hevdîtina dawî ya bi birayê xwe re anî ziman ku hevdîtina wan tenê çend deqeyan berdewam kiriye û got:“Ji min re gotin ku hûn ê di 25’ê Adarê de biçin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi birayê xwe re bi telefonê biaxivin. Roja din ez bi parêzerên xwe re çûm Rihayê û serok re avivîm. Serokatî di hevdîtinê de pirs kir got tu li ku ye û kê gazî we kiriye? Min jê re got ku ez li Serdozgeriya Komarê me û ji aliyê rêveberiya Îmraliyê ve gazî min kirin ji bo hevdîtina bi telefonê. Li ser vê yekê Serok jî got, 'Ev şêwazê hevdîtinê ne rast e. Ev ne tiştekî be qebûlkirin e. Dewlet vê yekê îstîsmar dike. Dewlet îstîsmar bike jî divê hûn îstîsmar nekin. Heke bi min re hevdîtin çêbibe mafê min ê qanûnî heye. Divê parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Piştî çend deqîqeyan axaftin qût bû. Me nekarî zêde biaxivê." 

Em bibin dengê girtiyan

Di dewamê de Ocalan destnîşan kir ku piştî wê rojê tu agahî ji birayê xwe negirtiye û wiha nerazîbûn nîşan da."Tu eleqeya vê tecrîdê bi hiqûq, mirovahî û exlaqê re nîn e. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Serok ne kesekî ji rezeyê. Gelê kurd weke Rêberê xwe nîşan da ye û divê dewlet jî rêze ji qanûnên xwe re bigrê û mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk bîne. Divê bi Serokatî re muzakere bê kirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Li dijî vê tecrîde divê gelê Kurd, demokrat û rewşenbîr jî bertekên xwe nîşan bidin."

Ocalan bal bire ser grevên birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya Kurd dane destpêkirin û got:“Li dijî tecrîde girtî bi îradeyeke mezin girevên birçîbûnê didomînin. Her wiha malbatên wan jî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tecrîd bê rakirin dest bi çalakiya nobeda edaletê kirin e. Divê em bibin dengê girtiyan û ji bo daxwazên wan bi cih ben çi ji destê me tê bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.