Rûniştin careke din paşxistin

În 30 Tebax 2024 - 02:15

Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, ku biryar bû pêr rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî bihata lidarxistin, lê dîsa ji ber ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê Dadwer Amûzade, cara duyemîn ji bo demek nediyar hate paşxistin. Ev cara duyem e ku rûniştina doza çalakvana siyasî ya Kurd tê paşxistin. Hêjayî gotinêye ku Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin, ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî di 4’ê Tebaxê de beşdarbûna rûniştina dozê redkiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.