Nikarin dengên azad bêdeng bikin

În 30 Tebax 2024 - 03:15

  • Li Parka Azadî ya Silêmaniyê ji bo cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ber bi Bakurê Kurdistanê ve bê oxirkirin merasîmek hat lidarxistin û hat gotin: Armanca van êrişan bêdengkirina çapemeniya azad a li beramberî tawan û dagirkeriya dewleta Tirk e.

Cenazeyê rojnamevana çapemeniya azad Gulistan Tara piştî ku ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat girtin, birin Parka Azadî ya li bajêr. Li vê derê ji bo cenaze ber bi Bakurê Kurdistanê ve were birêkirin, merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Rêveberê Kompanya Çetir Kemal Heme Reza daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên çapemeniya azad û berovajîkirina bûyerê ya ji aliyê PDK’ê ve hat şermezarkirin. Soza şopandina rêbaza şehîdên çapemeniya azad Hêro Behadîn û Gulistan Tara hat dubarekirin. Berfirehiya daxuyaniya Kompanya Çetir wihaye:“Roja 23’yê Tebaxê di encama êrişek terorîstî de û durî hemû yasa û pîvanên navdewletî tîmek rojnamevanan a kompanya Çetir a ji bo karê medyayê li sinorê navçeya Seyîdsadiq hat hedefgirtin.

Me di kêliyên destpêkê yên roja êriş pêkhatî de ragihand ku ev hevrêyên me bi armanca karê xwe yê rojnamevanî pêk bînin serdana wê deverê kiribûn. Lê dewleta Tirk a dagirker bi awayek dûrî yasa û pîvanên navdewletî bi balafira bê mirov û biçek tîma me hedef girt. Em vê êrişê di çarçoveya sucên dewleta Tirk a dagirker ku li tevahiya Başûrê Kurdistanê pêktîne de dinirxînin ku welatiyên sivîl dike hedef, şehîd û birîndar dike. Her wiha em weke hewldaneke din a têkçûyî ya bêdengkirina çapemeniya azad ya li beramberî sûc û dagirkeriyên dewleta Tirk dibînin. Em wek Kompanya Çetirê, li gel şermezarkirina êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a terorîst, di heman demê de daxuyaniyên sexte yên saziya bi navê Dije Terorê ya PDK’ê ku hewl dide dosyeya qetilkirina van rojnamevanan berevajî bike û sucê dewleta Tirk veşêrin, şermezar dikin. Em bang li rêxistinên navneteweyî û nûnerên cîhanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku qetilkirina van rojnamevanan bikin bingehek ji bo rawestandina bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên berdewam ên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê. Ji bo dawî anîna li sûcên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, hewldanên cidî bikin. Em soz didin heval û hogirên xwe Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ku emê li ser rê û fikrên wan bimeşin û li dijî dagirkeriya bêedaletiyê serê pênûsa xwe tûj bikin.”

Hevrêyên wê hemû Gulistan in

Di merasîmê de birayê şehîd Gulistan Ehmed Tekîk jî peyamek pêşkêş kir û wiha got:“Her çendî Gulistan xwişka min bû, lê ji wê zêdetir heval û hevrêya we bû. Gulistan tenê rojnamevan bû û xwediyê pênûs û kamerayekê bû.” Ehmed Tekîk da zanîn ku tevî ku Gulistan şehîd bû, lê îro dibînin ku heval û hevrêyên wê hemû bûne Gulistan. Piştî merasimê cenazeyê Şehîd Gulistan Tara ber bi kompanyaya Çetir ku lê kar dikir bi rê ket û biryar e ku ji wir jî ber bi bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ku lê jidayîk bûye, were birê kirin. Şehîd Gulistan Tara zêdetirî 20 salan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di çapemeniya azad de xebatên giranbiha meşand. Herwiha 3 sal bûn di kompanyaya Çetir de, weke şêwirmenda medyayê kar dikir. Di 23’ê Tebaxê de Gulistan Tara li gel hevpîşeya xwe Hêro Behadîn di êrişa hovane ya dewleta Tirk a li Silêmaniyê de tevlî karwanê şehîdan bû. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.