Ji bo dadê em tecrîdê bişkînin

În 30 Tebax 2024 - 02:20

Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa T’yê ya Êlihê hatin cem hev, tecrîda li ser girtiyan destnîşankirin, diyar kirin tecrîd sûcê dijî mirovahiyê ye û xwestin ku dawî li tecrîda li ser girtiyan were. Her wiha peyama,’’ ji bo aştiya civakê deng bide azadiyê’’ hate dayin.

Xizmên girtiyan ku bi armanca tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rabe û ji alî fizîkî ve azad bibe her heftî li ber girtîgehan çalakiyê li dar dixin vê heftiyê jî li ber Girtîgeha Tîpa T’yê ya Êlihê çalakiya ‘’Deng bide azadiyê’’ li dar xistin.

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Nûner û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (TUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê û xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pêşmalkên bi ser “Tecrîd sûca mirovahiyê ye” li xwe kirin û pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkênîn û ji bo aştiya civakê deng bide azadiyê” hatin vekirin.

Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Songul Korkmaz axivî. Korkmaz êrîş û tehdeya li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê, xasma jî yên li ser girtiyên siyasî yên Kurd ku van demên dawî zêdetir bûne bi bîr xist û got ew ê li dijî êrîşa li ser girtiyan çalakiya xwe bidomînin. Korkmaz destnîşan kir li ser girtîgehan tecrîdeke giran hatiye danîn û bang kir ku dawî li bêhiquqiya li zindanan kir.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate kirin û bi dirûşmeyan zexta li ser girtiyan hate şermezarkirin.

ANF/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.