Gireva birçîbûnê banga dijî qirkirinê ye

Şemî 2 Adar 2024 - 00:25

DÎCLE MUFTUOGLU / MA / ENQERE

Dîlan Aslan û Fatmaz Aslan ên ku dema Berxwedana Xwerêberiyê li Nisêbînê hatin girtin behsa hovîtiya dema girtinê kirin, xwestin ku jin û ciwanên Kurd li bara polîtîkayên dewletê hişyar bin, greva birçîbûnê bi bîr xistin û gotin ‘’Ev çalakiya me banga dijî qirkirinê ye.’’

Jinên bi navê Dîlan Aslan û Fatma Aslan ên ku di Berxwedana Xwerêveberiyê de ya li Nisêbînê ku 26’ê Gulana 2016’an hatibûn girtin, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bersiv dane pirsên me.

Fatma Aslanê behsa pêvajoya dema girtinê  kir, êşkenceya ku lê hatî kirin anî ser zimên û got,’’ Tiştên ku min di 14 saliya xwe de dîtin, ew bû ku dijminatiya li hemberî Kurdan çiqasî mezin e, me azadiya xwe ya li xaa xwe ji dest da, em çawa hatin qetilkirin û îstîsmarkirin. Ez bûm şahidê van tiştên mezin. Vê yekê bi min re ew biryardarî çêkir ku divê em ji bo azadiya xwe, xaka xwe û hebûna xwe şer bikin.’’ 

Stranên êşkenceyê..

Dîlan Aslanê jî behs kir ku êşkence lê hatiye kirin, strana êşkenceyê ‘’Ez ê bimrim bo Tirkiyê’’ û ‘’Sirûda Mehter’ê lê dane guhdarîkirin, ew tacîz kirine û li wan ferz kirine ku ew jî wan ‘’stran’’ên êşkenceyê bibêjin. 

Her roj êşkence

Fatma Aslanê têkilî serhatiya xwe ya di mekanên êşkenceyê yên dewleta Tirk de wiha axivî: "Her roj em rastî îşkenceyê dihatin an jî dibûn şahid. Ez nikarim hemû hûrguliyan bêjim, lê ev zilm û îşkenceya ku li me dihat kirin, bi me re bi rengê berxwedanê derkete holê. Em zarok bûn, pirî caran me ji gelek tiştan fêm nedikir. Em hêrs bûn û tişta ku dihat kirin qebûl nedikir, lê me nizanîbû di warê rêbazê de em ê çawa nêzîk bibin. Lê belê em wekî zarok carina li hember tiştên ku dihatin kirin nikaribû tiştekî bike, û carinan jî me bi bersiv dida. Em ketin grevê.’’

Dîlan Aslan bi berdewamî dibêje,’’Berxwedana li hemberî zîhniyeta serdest, hêzê dide. Bi kurtasî, dema ku li hemberî nêzîkatî û zîhniyeta ku vê jinê ji nedîtî ve tê û biçûk dixîne, têdikoşin, berxwedan pêş dikeve. Dema ku jinên li dora min tevkariyê dikin ez bêtir xwe bi hêz hîs dikim."

Divê jin hişyar bin

Fatma Aslanê bal bire ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê, bandora wê ya li ser civakê û got ku armancca polîtîkayên şerê taybet ew e ku pêwendiya gelê Kurd û tevgera azadiya ya bi hev re qut bike û sedema ku ciwanên kurd rastî vê polîtîkayên tên jî, girêdana wan a bi tevgera azadiyê re ye.   

Her du jinan destnîşan kirin ku divê jinên ciwan li hemberî vê serwext bibin û hay jê hebin ku bê çi li wan tê ferzkirin û li dijî vê têbikoşin û gotin: "Ji lew re hêza ku civakîbûnê pêk tîne jin in." 

Çalakiya me dijî zilmê ye

Her du jinan bi berdewamî bal birin ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û kampanyaya ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Ocalan. Fatma Aslan got,"Ev  berxwedaneke dîrokî ye û di heman demê de li dijî polîtîkayên şerê taybet e. Em zarokên vî welatî ne. Civaka me ew qebîliyeta ku em bedewiyê bilind bikin û bidin dû rastiyê daye me. Heya kêliya dawî berxwedanfêrî me kir. Grevên birçîbûnê jî nîşaneya wê ne ku ji xeynî berxwedanê tu rê tune ye û berxwedan nîşaneya serketinê ye. Ev çalakiya me banga li dijî zilm û qirkirinê ye."  

Rojeva me divê tecrîd be

Fatma Aslanê herî dawî got,’’Em azadiya vîna xwe ya li Îmraliyê dîlgirtî pêk bînin. Ev têkoşîna dîrokî xwedî girîngiyeke mezin e. Ev pêvajo ew pêvajo ye ku divê her kes xwe bide ber vî barî."  

Dîlan Aslanê jî anî zimên ku kampanyayê ew kelecanî kirine, divê Kurd nedin pey rojevên demkurtî yên Tirkiyê lê li ser rojeva xwe ya esasî bisekinin û tevî nav kampanyayê bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.