Li Firatê 115 hezar îmze

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:28

SARIYA ŞÊXO / ANHA / KOBANÊ

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 9’ê Sibatê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Li kantona Firatê komkirina îmzeyan 15’ê Sibatê dest pê kir û wê heta 4’ê Nîsanê dewam bike. Di kampanyayê de hate niha 115 hezar îmze hatine komkirin. Endamê Komîteya Kampanyaya Komkirina Îmzeyan a Kantona Firatê Komkirina Îmzeyan Ehmed Xoce têkildarî kampanyayê axivî. Ehmed Xoce bi bîr xist ku beriya vê kampanyayê jî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan gelek pêngav hatibûn lidarxistin û got îmzeyên di vê kampanyayê de werin komkirin wê ji Konseya Yekitiya Ewropayê re werin şandin. Ehmed Xoce bal bire ser tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got:"25 sal e Rêber Apo di girtîgeha girava Îmraliyê de hatiye ragirtin û tecrîdeke giran li ser tê meşandin. 3 sal e tu agahî jê nayên girtin, dewleta Tirk rê nade malbat û parêzeran wî bibînin. Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî me pêwîstî dît ku dest bi vê kampanyayê bikin.” Xoce da zanîn ku komkirina îmzeyan li kantona Firatê 15’ê Sibatê dest pê kiribû û got:"Ji wê rojê ve ji aliyê, sazî, meclis, komîn û gel ve îmze tên komkirin. Em ji rewşa tenduristî ya Rêber Apo bi guman in. Divê tavilê rewşa Rêber Apo ji gel re bê diyarkirin. Divê êdî tevahî gel rabin ser pêyan. Em ê navçe bi navçe, bajarok bi bajarok,  gund bi gund, mal bi mal û tax bi tax ji bo komkirina îmzeyan li ser pêyan bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.” Ehmed Xoce diyar kir ku li ser asta kantona Firatê di mehekê de bi qasî 115 îmze hatin komkirin û got: "Kampanya dê heta 4’ê Nîsanê dewam bike. Em ê li ser pêyan bin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.