Girtiyê PKK/PAJK’î:Pêşmerge mil bidin gerîla

Pêncşem 21 Adar 2024 - 08:36

Bi navê girtiyên PKK û PAJK’ê Deniz Kaya ji bo Newrozê daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de Newroz li Rêber Ocalan, Mazlûmd Dogan û Egîd hate pîrozkirin û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Deniz Kaya destnîşan kir Adar ‘Cejna Berxwedana Netewî’ û her wiha ‘’Meha Lehengiya Netewî’ ye û got,’’Newroz biryardariya azadî û serhildanê ya mezin a li dijî koletî, zilm û serîtewandinê ye. Di jiyana kolekirî û xiyanetê de nîşaneya îradeya azad e’’.Her wiha hate diyakirin dengê azadiya Kurdan bi berxwedana Rêber Ocalan û Tevgera PKK-PAJK’ê gerdûnî bûye, bi şoraşa jinê bûye agirê azadiyê yê global.

Sîstema parastina hewayî

Di daxuyaniyê de berxwedana fedayî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hate slavkirin, sîstema parastina hewayî ya gerîla hate bibîrxistin û hate gotin,’’Gerîlayên azadiyê ku di dema nû ya têkoşînê de derbên giran li dijmin dixin û herî dawî bi sîstema parastinê hêza hewayî ya dijmin pûç kir, careke din nîşan dan ku têk naçin. Em sîstema parastinê ya azad pîroz dikin ku ji aliyê Navenda Parastina Gel ve hate eşkerekirin."

Pêşmerge mil bidin gerîla

Di dewama daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku li hemberî PDK'ê ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rê dide artêşa faşîst, helwesteke tund nîşan bide û hate gotin, "Ji bo parastina yekîtiya neteweyî û global, ji bo avakirina Kurdistana azad û paqijkirina xaka Kurdistanê ji postalên qirêj ên mêtingeran, em bang li hêzên pêşmergeyan dikin ku bi ruhê parastina hevpar li gel gerîlayên leheng di heman eniyê de têbikoşin û serketinê misoger bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.