3 milyon îmze hatin komkirin

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:54

SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

9’ê Sibatê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kiribû. Kampanya heta niha dewam dike. Derbarê mijarê de endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Omer axivî û destnîşan kir ku kampanya bi coşeke mezin ji milê xelkê ve tê pêşwazîkirin û got:“4`ê Nîsanê kampanya wê bi daxuyaniyekê bê bidawîkirin.” Nûha Omer da zanîn ku hedefa wan 3 milyon îmze bû û got:“Niha bûye 3 milyon û 17 hezar îmze. Ev îmze li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Hema, Hums û Şamê hatine komkirin.”

Nûha Omer bal bire ser şandina nameyan ji bo rêxistinên hiqûqî û tenduristî jî û diyar kir ku wan name li ser navê sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li herêmê ji bo lêpirsîna rewşa Rêber Abdullah Ocalan kom kirine û ji 12 rêxistinên navneteweyî yên wekî Meclisa Mafên Mirovan, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (The Human Rights Watch), CPT,  Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Meclisa Yekîtiya Ewropayê, Nivîsgeha Dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, Meclisa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî, Bijîşkên Sînornenas, Rêxistina Tenduristiyê ya NY’yê (WHO) û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY re şandine.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.