Bultena Tecrîdê derçû

Şemî 23 Adar 2024 - 00:51

Bultena Tecrîdê ku balê dibe ser asta tecrîdê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, hejmara xwe ya nû weşand.

Bultena Tecrîdê ku hejmara xwe ya destpêkê di 1'ê Mijdara 2023'an de hate weşandin, qala salnameya tecrîdê dike. Di hejmara dawî de jî cih ji tecrîdê, serlêdanên bêbersiv, xemsariya CPT û cezayê girtîgehê yê li girtiyên di grevê de ne têne birrîn, hate veqetandin.

Di hejmara 6'an a Bultena Tecrîdê de hate bibîrxistin ku heta 21'ê Adara 2024'an li ser Rêber Abdullah Ocalan 24 sal, mehek û 6 roj in tecrîd tê ferzkirin. Hate ragihandin ku Rêber Abdullah Ocalan 4 sal û 18 roj in ji hevdîtina malbata xwe bêpar tê hiştin û 4 sal, 7 meh û 14 roj in nikare parêzerên xwe bibîne.

Di bultenê de hate gotin, 2 sal, 11 meh û 25 roj in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê nayê wergirtin û ev yek weke 'birrîna têkiliyê ya bi temamî' hate pênasekirin. Di bultenê de agahî hate dayin ku 22'ê Çileya 2024'an ji 35 baroyên cuda 1330 parêzeran ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina hevdîtina parêzeran serlêdan kirin.

Di bultenê de qala serdana Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên li dijî Tecrîdê ya li Tirkiyeyê hate kirin ku serdana çalakiyên Nobeda Edaletê û rêxistinên civakî yên sivîl kir. Her wiha beşdarî konferansa 'Li dijî siyaseta tecrîdê, têkoşîna aştî û azadiyê' bû.

Di bultenê de hate bibîrxistin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2023'an û vir ve li girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê hene, lê belê cezayên dîsîplînê li girtiyên tevlî greva birçîbûnê bûne hatine birrîn.

Her wiha hate bibîrxistin ku tevî 8 baroyan 14 saziyên maf û hiqûqê di 12'ê Çileya 2024'an de serî li CPT dan ku serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike û rapora xwe eşkere bike, lê belê CPT di vê mijarê de gavek neavêtiye û ev helwesta CPT hate rexnekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.