Jiyan di evîneke bêsînor de ye*

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:18

  • Di qermîçokên rûyê wê de, hêvî û hêz, di tîrêjên çavên wê de, jiyaneke bêhempa. Pişta xwe dabû kendalekî û ber bi çiyayan de bi awirên tûj dinihêrî. Dizanibû çiya her dem berxwedan e. Kengê serê wan ketibû belayê, çiya stara xwe avêtibû ser wan, ew xelas kiribûn.

GAFUR DOGAN (HÊVÎ)

Jiyan di evîneke bêsînor de ye; evîn di jiyanê de ye, armanc bêhidûd e û hidûd di armancê de tuneye. Jiyan û armanc ku bi hev re bin, jiyan xweş e. Jiyan evîneke xemilandî ye li nav bexçeyê gulan.

Ki dikare bersiva hezkirinê bide?

Kî dikare wê nîşan bide?

Kî dikare ji bo pelên gwîzan canê xwe feda bike, ji bo nêrgiz û rihanê? 

Kî dikare xwe ji serê kendalan bavêje û bi teht û zinaran re hevaltiyê bike, yan jî li ber axê bejna xwe bitewîne?

Hinek hene ji bo hezkirinê li ber eşîrekê radibin. Ji cî û warê xwe nefî dibin. 

Lê yên ku taca zêrîn û textê xwe berdidin?

Kî dibêje mîr nabin şivan ji bo evinê? Di jiyanê de, şivan jî dibin mîrê herî mezin li cîhanê.

Tu dikarî bi xezalên serê çiyayan re bibezî û bi teyrê baz re bifirî?

Tu dikarî ji bo evînê xwe bi êgir bişoyî û ava şolî zelal bikî? Tu dikarî ji bo hezkirinê sîngê xwe bidi ber guleyan?

Tu dikarî kurmê hundirê xwe jehrdadayî bikî?

Tu dikarî bibî Siyabend û Xecê?

Ger ew qas hêsan bibûya, wê herkes bibûya Mem û Zîn.

Kê fêm kiriye Ehmedê Xanî û gazinên wî, Mem û Zîn a bêzewac?..

Hebû dayikek, bêzewac, bi vî rengî. Xweşikbûna wê, xemla wê, rengê wê, şikl û şemala wê li ser tu kesî tunebû. Hinarikên rûyê wê Çiyayê Agirî û Elegezê sor dikirin wek sêvên Xelatê. Çavên wê ji peristgeha Zeradeşt dibiriqandin, çirûskên êgir jê diçûn.

Birûyên wê wek kevanê, reş, dibiriqîn. Porê wê wek titûna Xursê xelek xelek. Bêhna gul a sosinan, misk û emberê tevî axê dibû, ji singê wê dihat. Ji kaniyên çavên wê, Dîcle û Ferat diherikîn. Taca serê wê ji almast û ji yaqûtê bû, ji Bexçeyê Îrem bû bexçeyê wê, textê zêrîn di navê de. Ji her hêlên baxê wê, xêr û bêr dipeçiqî. Çiqas xweş bû jiyan li ser wê yake. Kulîlkan bi tîrêja royê re hêdî hêdî serê xwe radikirin li nav bexçeyê wê. Beybûn û rihan, bilbizêq û sosinan pê re dîlan digirtin, dikeniyan...

Rojekê ba û bahoz û keleport rabû. Toz û dûman rabû, sinca baxê wê xera bû. Taca ser serê wê revandin, textê wê şikênandin. Kulîlkên wê giş çilmisîn, rengên wan şewibîn. Porê dayikê belav bû, bi dar û deviyan ve man. Lêvên wê qelişîn, fîstanê wê ziwar ziwar bû, giş qetiya. Pişta wê kubikî, por spî bû, dest diçûn kortalên çavên wê. Qermîçok ketin eniya wê, hinarikên rûyê wê daliqiyan. Lê bi vî halê xwe jî, bê çi qas xweşik bû pîrejina ciwan.

Di qermîçokên rûyê wê de, hêvî û hêz, di tîrêjên çavên wê de, jiyaneke bêhempa. Pişta xwe dabû kendalekî û ber bi çiyayan de bi awirên tûj dinihêrî. Dizanibû çiya her dem berxwedan e. Kengê serê wan ketibû belayê, çiya stara xwe avêtibû ser wan, ew xelas kiribûn. Di awirên pîrejina ciwan de, hêvî û taqet hebû hê. Tîrêjên ji çavên wê diçûn, li tehtan diketin, teht ji hev perçe perçe dibûn.

Tovên jiyanê carekê rijiyabûn ser xaka wê. Bi kedê, bi xwînê û bi xwêdanê hatibûn strandin. Li nav bexçeyê xwe ji nû ve dest bi liqatê kir ji zarokên xwe re. Destên wê qelişîbûn ji paletiyê, ji liqatê, ji çinînê. Di şevên reş û tarî de, dinihurand heta berbanga sibehê. Qet xew nediket çavên dayikê. Dengê nihurandina dayikê çûbû tovên jiyanê.

Tovên sedsalên berê, hêdî hêdî dileqiyan ji ciyên xwe, perwaz didan xwe.Di bin axê de, firtefirtek li wan ketibû, erd qelişandin. Di nav qelîştokên erdê de, serê xwe rakirin. Li dora xwe nihêrîn, çav li royê ketin, ro bi wan re keniya, ramûsanek şand ji wan re, çav li wan şikand. Temara mirinê ji ser çavên wan çûbû. Çiyayan xwe ji wan re nizm dikirin, cî didan wan, bejnên xwe li ber wan ditewandin. Xwîn bi dayikê ve hat ji nû ve. Dayik hêdî hêdî ber bi Mem ve diçû, daweta wan nêzîk dibû, dayik jin bû, jin êdî jiyan bû. Ehmedê Xanî bicoş bû, bi çavên xwe nedidît, lê deng çûbûyê, bi guhê xwe dibihîst. Kesera wî di dilê wî de nemabû, neviyên wî li gazinên wî xwedî derketibûn. Dest bi amadekirina daweta Mem û Zînê yên bêzewac dikirin. Jiyan evîneke bêsînor e li Cizîra Botan, li cem Memê Alan û Zîna Zêdan. Jiyan di evînê de ye li Birca Belek û Kela Dimdimê, di çîroka Dosto de. Jiyan di stranên Evdalê Zeynikê de ye, li Çiyayê Sîpanê Xelatê. Jiyan û evîn di berbanga sibehê de, li ber kozeke êgir e, li serê Çiyayê Gebar û Cûdî. Jiyan xweşikbûn e û paqijî ye di kesayetiya mirovên azad de.


Gafur Dogan (Hêvî) kî ye? 

Di sala 1971’de li gundê Kevrixirbê ku girêdayî Kızıltepe bajarê Mêrdînê ji dayik bûye. xwendina xwe ya navîn li Mêrdînê dawî kir. Di sala 1994 li bajarê Îzmîrê di navenda çanda Mezopotamya (MKM) de dest bi xebatê folklorê kir. Di eynî salê de bi koma Şanoya Hêvî re derbasî xebatên şanoyê bû û xebatên şanoyê ji bo wî jîyanek nû bû. Lîstika wî ya despêkê bi navê ‘Gurî’ di sala 1996 de nivîsî bû. Şanoya ‘Gurî’ di sala 1996 û 2005 de gelek cihên cûda de hatiye pêşkeşkirin. Hêvî di gelek lîstikan de wek lîstikvanî kiriye û her wiha derhêneriyê jî kiriye. Di filma Berfê, Eynê Bejnê û Zivistan de wek lîstikvan cih girtiye. Ew di 27’ê Tebaxa sala 2004’an de bi koma Şano Theatrapotamîa, ji bo ku tevlî festîvala şanoyê ya Kerkûkê bibe diçû Kerkûkê. Beriya ew bigihîje Kerkûkê û li ser dika şanoyê lîstika xwe bilîze di rêda qazayek erebê derbaskir û çû ser dilovaniya xwe

*Ev nivîs cara ewil di kovara Rewşen a Tîrmehê sala 1998’an de hatiye weşandin. Ji bo “Roja Şanoyê ya Cîhanê” û her wiha bibîranîna şonoger Gafur Dogan (Hêvî) me ev nivîs ji nav arşîvan derxist û careke din weşand.

 

Bedana xwe da ber agir

Şanogerê Kurd Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) ku di 27’ê Adara 2004‘an de di “Roja Şanoyê ya Cîhanê” de ji bo şermezarkirina siyasetên rejîma Sûriyê li dijî çand Kurdî û şemezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Seedellah El-Cabirî ya Helebê çalakî pêk anî û bedena xwe da ber agir.

Şanoger Yekta Herekol şanogerî li zanîngehên Tirkiyê xwend, çû Rûsya bi çend hevalên xwe yên şangoriyê re tevlî refên Gerîla bû, li wir xebatên akademiya Şehîd Sîpan û Şehîd Sefqan bi rêve berin û komên şanogeriyê ava kirin. Piştre derbasî Sûriyê bû û li Helebê jî heman kar dane meşandin û koma Agirî ya Şonogeriyê ava kirin, li Efrînê jî xebatên şanogeriyê pêşxistin.

Her sal li ser navê Şehîd Yekta Herekol li Rojava-Qamişlo mihrîcana şanoyê tê lidarxistin û bi vî awayî ew her di bîra xelkê Kurd de dimîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.