Iraqê balafira Tirk xist

În 30 Tebax 2024 - 02:55

Fermandariya hêzên asîmanî yê Iraqê ragihand ku beriya çend kêliyan hêzên wan li asîmanê Kerkûkê bi 5 muşekan balefirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker xistine xwarê. Fermandariya hêzên asîmanî ya Iraqê û berpirsên ewlehiyê yên Kerkûkê di derbarê xistina balefirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê Cîgirê Fermandarê Hêzên Asîmanî ya Iraqê Ebdulselam Ferhan ve de hat dayîn de, hat gotin ku ji pênc muşekên ku li nêzî seytereya Çîmen avêtine balefirê, tenê yek lêketiye û bi lêketinê re balefira bê mirov ketiye xwarê. Ebdulselam Ferhan diyarkir ku balefira bê mirov a dewleta Tirk li nêzî taxa Tisîn a bajêr ketiye xwarê. Piştre jî hêzên ewlehiyê gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.