Gelê me nema qebûl dike

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:12

Mehmet Ayas ê ku li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Antalyayê de tê girtin têkildarî grevên birçîbûnê axivî û got: “Li hemberî polîtîkayên têkbirinê divê em berxwedanê gur bikin.”

Mehmet Ayas ê girtî ku 22 salî ye û li Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê tê girtin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Ayas, xwest ku her kes xwedî li grevên birçîbûnê derkeve. Ayas, di sala 2020’an de hate binçavkirin û 12 sal û nîv ceza lê hate birîn. Di hevdîtina ser telefonê ya di 11’ê adarê de bi rêya malbata xwe bangî raya giştî kir. Ayas, bal bire ser çalakiyên greva birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de dest pê kiribûn û got ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk têdikoşin. 

Armanc azadiya Ocalan e

Mehmet Ayas di hevdîtinê de ev peyam parve kir: “Em evîndarên azadiyê, ji meha mijdarê ve di çalakiyan de ne. Armanca me, azadiya birêz Ocalan e û çareserkirina pirsa gelê Kurd e. Çalakiya me li gorî van pîvanan dimeşe.’’

Em amade ne bi berpirsyarî rabin

Ayas bi domdarî got,’’Em ketine qonaxa ku êdî gel nema tehemûlî êrişên li ser birêz Ocalan tê kirin qebûl bike. Ji îro pê ve em amade ne ku vê berpirsiyariyê hilgirin ser xwe û tekoşînê gur bikin.

Divê berxwedan geştir bibe 

Ayas her wiha got,’’Ez silav û hûrmetên xwe li hevalên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne û li dayikên di çalakiya Nobeta Edaletê de ne pêşkêş dikim. Em dixwazin têkoşîn bi awayekî herî xurt bê mezinkirin û bawer im ku gelê me wê bi vê keda xwe li azadiya xwe xwedî derkeve.” 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.