Tevlî meşa dirêj bibin!

În 30 Tebax 2024 - 02:55

Çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, kete meha 44’an. Girseya ku weke her carê li Qada Natîons li hev civiyan, di şexsê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn de ku 23’ê Tebaxê li Silêmaniyê di encama êrişa dewleta Tirk hatin qetilkirin de deqeyek rêz girtin.  

Li ser navê Komîteya Amadekar a Cenevreyê Veysel Dalkiliç, rojnamevanan bi bîr anî û got:“Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd her curê şerê qirêj dimeşîne. Faşîzma dewleta Tirk dijminê zarok, extiyar, jin û xwezayê ye. Qetilkirina rojnamevanan ne tesaduf e. Gulîstan Tara û Hêro Behadîn li Başûrê Kurdistanê rûyê qirêj ê dewleta Tirk eşkere dikir û ji ber vê hatin hedefgirtin. Em careke din dewleta Tirk û hevkarê wî PDK şermezar dikin.”

Nûrettîn Tûrgût ê bi salan li Mexmûrê jiyan kir û piştre di nava Koma Aştiyê de cih girt û ji ber zext û gefên dewleta Tirk koçberê Swîsreyê bû, bi bîr xist ku ew 44 meh in ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê li dar dixin û bal bire li ser rewşa Başûrê Kurdistanê. Tûrgût got ku malbata Barzanî di tevahiya dîroka xwe de bi xiyaneta li gelê xwe hebûna xwe domandiye û got:“Yên ku li hemberî gelê Kurd xiyanetê bikin  weke deqeke reş di dîrokê de cih bigirin.”

Di çalakiyê de bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin ku wê 31'ê Tebaxê li Lozanê destpê bike û heta Cenevreyê bidome. Li ser navê tevgera ciwanan Yekbûn Guneş got:“Divê hemû ciwanên Kurd her qadê veguherînin qada berxwedanê û li her qadê meşaleya azadiyê pêxin. Ji ber vê yekê divê hemû ciwanên Kurdistanî û dostên wan tevlî meşa ku wê 31’ê Tebaxê ji Lozanê destpê bike û li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê bi dawî bibe û meşa dirêj ku 15’ê Îlonê li Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” bê lidarxistin û 5 rojan bidome, bibin.”

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.