Girtî pêşengiya têkoşînê dikin

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:35

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren têkilî biryara rehîneyên siyasî diyar kir girtî pêşengiya têkoşînê dikin, tecrîda li ser Rêber Ocalan tê maneya çaresernekirina pirsa Kurd û bang rabûna dijî tecrîdê kir.

Ji parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren biryara girtiyên PKK û PAJK'ê nirxand ku girtiyan biryar dabûn, wê ji 4'ê Nîsanê û pê ve dadgehê boykot bikin û tevlî hevdîtina parêzer, malbatê û axaftina bi telefonê nebin.

Ji civakê re mînak in

Eren anî ziman, girtî sîstema bêhiqûq û tecrîdê ya ku li Îmraliyê şênber bûye şermezar dikin û destnîşan kir ku daxwazên wan mafdar e. Eren got, ‘’Girtiyên siyasî mîna her demê di vê demê de jî bi wêrekî xwedî li têkoşîna azadiyê derdikevin, pêşengiyê ji vê têkoşînê re dikin û di çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd de ji civakê re dibin mînak."

Tecrîd çaresernekirina pirsa Kurd e

Eren sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê weke dewama çaresernekirina pirsa Kurd nirxand û anî ziman heta ku tecrîd dewam bike wê bi polîtîkaya şer civak hîn bêhtir bê xizankirin. Eren got, "Heta tecrîd dewam bike wê pirsgirêka Kurd bêçareserî bimîne, polîtîkayên dewletê hemû wê li ser vî şerî bê meşandin .’’

Welatiyên Tirkiyê divê rabin

Eren bi bîr xist ku li şûna çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo polîtîkayên şer 3 trîlyon dolar heta niha hatin xerckirin û got, ‘’Welatiyên Tirkiyeyê divê êdî li ber şer û neçareserkirina pirsgirêka Kurd rabin. Ji bo vê jî divê her kes bi dengekî bilind daxwaza rakirina tecrîdê bike. Banga me li civaka Tirkiyeyê ew e ku serî li ber gefan netewîne û bi daxwazên demokratîk ên gelê Kurd tevbigerin."

Darizandin ji çav re ne

Eren diyar kir ku bi greva birçîbûnê ya girtiyan re divê civak hemû li ber sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê rabe û got, "Di rewşa heyî de biryara tevlînebûna li dadgehê berxwedanek li dijî wê dadgeriyê ye ku bûye alîgir û serbixwe nîne. Li Tirkiyeyê hemû darizandin ji çav re ne. Mînaka herî şênber a vê yekê jî Doza Kûmpasê ya Kobanê ye. Bi deh hezaran hevrêyên me hene ku bi fermana desthilatdariyê dîlgirtî ne."

Tecrîd çalereş e

Eren diyar kir ku li nava civakeke ku ew hînî bêhiqûqiyê kirine, hemû binpêkirin êdî ji rêzê dibin û got, "Gelên Tirkiyeyê bi temamî dikeve nava çalareş a tecrîdê."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.