Dem dema azadiya Ocalan e

În 30 Tebax 2024 - 03:10

Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmeha 2023'an di asta navneteweyî de li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan destpê kir, bi berfirehî dewam dike. Beşên cuda yên civakî diyar dikin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin li devereke din a cîhanê nehatiye kirin û dixwazin dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û Abdullah Ocalan azad bibe.

Herî dawî 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtin, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û bi daxwaza dawîanîna li tecrîdê name ji Komîseriya Bilind a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandin. Yek ji kesayetên ku mohra xwe daniye binê nameyê Xelatgirê Nobelê Kîmyagerê Fransî Prof. Jean Pierre Sauvage li ser armanca nameyê axivî.

Prof. Jean Pierre Sauvage bal bire ser mijarên ku di nameyê de hatin nivîsandin û diyar kir ku tiştekî li wan xusûsan zêde bike nîne û got:"Birêz Abdullah Ocalan bi rengê herî giran hate cezakirin. Êdî dem hatiye ku bê azadkirin."

Xwediyê Xelata Nobeldê Kîmyagerê Fransî Prof. Jean Pierre Sauvage bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya meseleya Kurd û got:"Berdana Birêz Ocalan wê ji bo têkiliyên navbera civaka Kurd û hikumeta Tirk gelekî baş be."

Jean Pierre Sauvage kî ye?

Prof. Jean Pierre Sauvage di 21'ê Cotmeha 1944'an de li Parîsê ji dayik bû, kîmyagerek e ku li qada kîmya koordînasyonê pispor e. Sauvage sala 1967'an li Dibistana Bilind a Kîmyayê ya Neteweyî ya Strasbourgê mezûn bû, li Zanîngeha Strasbourg Louis Pasteurê doktoraya xwe temam kir. Sauvage li Zanîngeha Oxfordê jî post-doktora xwe çêkir, di navbera salên 1971-2014'an de li Navenda LêkoLînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) lêkolîn kir, di sala 2016'an de li Zanîngeha Strasbourgê weke profesor kar kir. Prof. Sauvage ku li qada kîmyayê mohra xwe danî binê gelek karên girîng, di sala 2016'an de li gel Kîmyagerê Skoç J. Fraser Stoddart û Kîmyagerê Hollandî Bernard Feringa bi karê xwe yê li ser makîneyên molekulan hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hate dîtin.

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.