Heta encamê çalakî didome

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:15

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Stenbolê Parêzer Rezzan Gezer têkildarî binpêkirinên mafan û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de axivî. Gezer anî ziman ku greva birçîbûnê bi beşdariyên nû berdewam dike û got ku girtî heta daxwazên wan pêk neyên di çalakiya xwe de israr dikin û got:“Niha tevlîbûneke zêde heye ji bo çalakiya greva birçîbûnê û 15 rojan carekê bi awayekî dorveger didome. Dihat payin ku çalakî di 15'ê Sibatê de bi dawî bibe, lê girtiyan dema çalakiyê heya Nîsanê taloq kir. Niha jî diyar dikin ku heta daxwazên wan neyên cih ew ê çalakiya xwe bidomînin. Parêzer Gezer anî ziman ku rêveberiyên girtîgehan zext û binpêkirinên mafan dikin û ev yek bi êşkenceya psîkolojîk berdewam dike û got:“Piştî greva birçîbûnê vîtamîna B12 tên dayîn û gardiyan girtiyan dibin cihekî ku kamera wan bibîne. Binpêkirineke din jî ew e ku di serdana me ya dawî ya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê girtiyan diyar kir ku berî û piştî hevdîtina parêzeran û hevdîtinên malbatê zor li wan tê kirin ku pêlavên xwe derxin. Li gel van hemûyan lêpirsînên dîsîplînê jî didomin û bi hincetên pûç çalakiyên civakî yên girtiyan tên qedexekirin. Em agahî distînin ku bi taybetî li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hucreyên yekkesî zêde bûne û lêgerînên gardiyanan zêde bûne û di van lêgerînan de eşyayên girtin tên belawelakirin. Mijareke din jî ew e ku doktorê revîrê li girtiyan nanêre, her çend divê heftê carekê biçerevîrê û bi nêrîna 'ez bixwazim li kîjan nexweşê binerim ez ê binerim' tevdigere û ev jî binpêkirina mafan e." 

Divê rayagiştî hişyar be

Parêzer Gezer anî ziman ku ew li bendê ne ku raya giştî der barê çalakiyên girtiyan de hişyar bibe û got:“Îro yên ku li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan herî zêde dengê xwe bilind dikin, malbatên girtiyan û saziyên ku li girtiyan xwedî derdikevin. Sedema ku girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye jî ew e ku di tevahiya civakê de şiyarbûn û nerazîbûn çêbibe. Di çalakiyên berê yên greva birçîbûnê û di çalakiya heyî de jî, girtî ji ber ku li vê derê wekî qada herî lezgîn a çareseriyê dibînin, dest bi greva birçîbûnê dikin. Daxwazên sereke yên girtiyan rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevdîtina parêzeran û malbatê, berdana girtiyên nexweş û bi dawîanîna şewitandina înfaza girtiyan e. Ev daxwaz di heman demê de hemû mirovahiyê eleqedar dike. Pêwîst e ji hemû raya giştî re were ragihandin ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan e. Divê êdî zext û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyan bi dawî bibe. Divê em ji feraseta ku berdêlê bi gel bidin dayîn dûr bikevin. Jiyan û tenduristiya girtiyan dibe ku encamên xeternak derxe holê. Ji ber vê yekê em bang li hemû saziyên sivîl û partiyan dikin ku dengê girtiyan bibihîzin."

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.