Li Îranê greva birçîbûnê

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 00:15

55 girtiyên siyasî yên jin yên li Girtîgeha Êvîn ya Îranê, ji bo şermezarkirina cezayê bidarvekirinê yê li ser jina çalakvan Şerîfe Mihemedî, dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a Tehranê, ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê yê çalakvan Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakan a bajarê Reştê girtî ye, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Şerîfe Mihemedî ku xwedî zarokeke 12 salî ye, bi hinceta ku ser bi Partiya Komele ye di 5’ê Kanûna 2023’an de li bajarê Reşt ê bakurê Îranê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat girtin.

Dadgeha Reştê bi îdiaya “Li dijî rejîma Îranê serhildana çekdarî” cezayê bidarvekirinê li çalakvana jin Şerîfe Mihemedî birrî. Encûmena Yekîtiya Mamostayan ragihand ku Şerîfe Mihemedî di dema binçavkirinê de ji bo îtirafkariyê bike zext li wê hatiye kirin û ji ber razî nebûye êşkence lê hatiye kirin.

Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl ku cezayê bidarvekirinê li Şerîfe Mihemedî di 4’ê Tîrmehê de hatiye dayîn, piştrast kir, diyar kir ku ev cezayê bidarvekirinê şerek û cezakirineke li dijî dijî çalakvanên civaka sivîl û banga betalkirina cezayê bidarvekirinê û berdana Şerîfe Mihemedî ya bê şert û merc kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.