Em ê çalakiyên cihêreng bikin

În 19 Nîsan 2024 - 00:36

MEDÎNE MAMEDOGLU / NÛJINHA / AMED

Xizmên Girtiyan ragihandin heta ku armanca berxwedana li zindanan a rehîneyên siyasî ya pirsa Kurd neçe serî ew ê dev ji berxwedana xwe neqerin, bang kirin ku hê bi derengkî neketî tecrîd were rakirin.

Berxwedana li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ya bi armanca,’’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ ji 27’ê Mijdarê ve didome. Rehîneyên siyasî yên pirsa Kurd biryar dan ku 3 mehan tevlî rûniştina dadgehan nebin, heqê telefonê û dîtina malbatê bi kar neyînin.

Li ser berxwedana li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê bi pêşengiya Dayikên Dadê Nobetên Dadê hatin destpêkirin. Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê Nobeta Dadê her ku diçe berfireh dibe û didome. Dayikên Dadê bir biryardarî radigihînin ku ew destekê didin berxwdana li zindanan û armanca çalakiya wan û banga xwedîderketina li berxwedanê dikin.

Divê êdî tecrîd rabe

Ji xizmên girtiya Remziye Bilir jî bal dibe ser grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên ku berdewam dike û diyarkir ku di pêvajoya heyî de hemû tiştên ku hatin gotin hatin ji bîrkirin û berpirs gava pêwist neavêtine û got: “Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Heta ku ev çalakiya wan ya greve berdewam bike, em ê li pişt wan bin. Li vêderê û li cihek din. 5 meh derbas bûn, êdî kes dengê girtîgehan nabihîse. Ew tiştên ku em dibêjin diçe guhek yê mirovan û ji guhê din derdikeve. Ev mirov ji bo daxwazên xwe yên hiqûqî bînin ziman dikevin greva birçîbûnê. Ev bêdengî êdî bese. Em her tim li kêleka wanin. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Divê ev bê hiqûqî bi dawî were. Heta berdewam bike em ê li ser lingan bin.”

Em ê xebatên cihê bikin

Hevseroka Şaxa Amedê ya Komeleya Alîkarî ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Hatîce Guneş derbarê pêvajoya heyî axivî. Hatîce Guneş da zanîn malbat ev bi mehane ji bo bibin dengê girtiyan çalak in û got: “Divê demê de heqê malbat û girtiyan hate binpêkirin. Destur nayê dayîn ku malbat daxwazên xwe bînin ziman. Ji niha şûn ve wê hem dengê xizmên girtiyan û hem jî dengê gel were bihîstin, em ê xebatên cûda bidin meşandin.”

Em ê bêdeng nemînin

Hatîce Guneş destnîşan kir ku pêşniyarên xizmên girtiyan û bername wê di pêvajoya pêşiya me de eşkere bibe û got: “Malbatên girtiyan bi mehan e bêhiqûqiya tê jiyîn anîn ziman. Ev mafê wan yê herî xwezayî ye, lê belê gelek caran hatin asteng kirin. Binpêkirinên mafan li girtîgehan her roja ku diçe zêde dibe. Hedef dikin mirovan bitirsînin û bêdeng bikin. Naxwazin kes derbarê girtîgehan de axaftinekê bike. Lê belê ne em ne jî xizmên girtiyan wê bedeng nebin. Em ê bikaranîna mafê xwe yê herî xwezayî berdewam bikin.”

Hê bi derengî neketî tecrîdê rakin
Hatîce Guneş bi bîrxist ku divê tecrîd demildest rabe û got: “Divê Wezîrê Dadê di vê mijarê de tişta dikeve ser milê pêk bîne. Li hindir bi hezaran mirov ji ber daxwazekê di greva birçîbûnê de ne. Em dizanin ku wê ev grev berdewam bike. Ji bo ev bê hiqûqî hê zêdetir nebe, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Hê nebûyî dereng divê hevdîtina parêzer û malbatan were pêkanîn. Em ji bo azadiya civakî têdikoşin. Divê xalê de gava ku were avêtin, rakirina tecrîdê ye. Ne dayîk ne jî gel êşê naxwaze. Hê nebûyî derneg divê hiqûq were pêkanîn û pêvajoya demoqratîk dest pê bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.