NUJ û IFJ’ê dewleta Tirk şermezar kir

În 30 Tebax 2024 - 02:15

Bertekên dijî qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ya bi suîkasta terorî ya Tirk her ku diçe berbelav dibe. Bi vê çarçoweyê Yekîtiya Rojnamevanên Navneteweyî (NUJ) û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) dijî qetilkirina rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bertek nîşan dan û dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniya niviskî de ya ku li ser malpera NUJ’ê hatî weşandin, NUJ'ê piştgirî da banga IFJ'ê ya berê û bang li rayedarên Tirkiye û Iraqê kir ku ji bo ji faîlan hesab bê xwestin divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîş ne êrîşa yekem e ku li Herêma Kurdistanê rojnamevan dike hedefa xwe.

Banga tevdîran

Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê daxuyaniya Sekreterê Giştî yê IFJ'ê Anthony Bellanger jî cih girt. Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Bellanger, “Ev bûyer talûkeyên mezin ên li hemberî rojnamevanên li herêma pevçûnê dixebitin nîşan dide. IFJ, ji bo ewlekariya rojnamevanan mîsoger bike û berpirsên van sûcan hesab bide banga tevdîrên lezgîn dike.”

Lêkolîneke berfireh bikin

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 8’ê Tîrmehê de li herêma Şengalê ekîba Çira TV di encama êrîşa hewayî ya ÎHA’yê de hate bombekirin û di heman êrîşê de rojnamevan Mûrad Mîrza Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û rojnamevan  Mediya Hisên jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de bang li Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya girêdayî NUJ û IFJ'ê hat kirin ku têkildarî mirina rojnamevanên jin lêkolîneke berfireh bikin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.