Em di xetên bingehîn de hemfikir in
Çarşem 29 Çile 2025 - 03:35
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, derbarê geşedanên dawî yên li Suriyeyê, êrişên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, diyaloga di navbera QSD û HTŞ’ê de, hewldanên yekîtiya Kurdî de, pirsên ANHA’yê bersivandin. Mazlûm Ebdî di nirxandina xwe de qonaxa heyî ya li Sûriyeyê nirxand û wiha got:’’Qonaxa nû ya li Sûriyeyê bi gelek asteng û dijwariyan rû bi rû tê û ev dihêle tirs bikeve nava tevahiya gelê Sûriyê.Li aliyê din hêzên berpirsyar hîn negihîştine helwesteke zelal ka ev îdare guncav e yan na. Li kêlika wê nêzîkahiyên rêveberiya nû, ji bo paşeroja vî welatî metirsiyê derdixîne. Em hemû van mijaran wek kêşeyên li pêşiya gelê Sûriyeyê dihesibînin û rê li ber pêşketina welat digirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê êriş dikin
Mazlûm Ebdî derbarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de jî ev tişt gotin:’’Di demeke wiha de komên girêdayî Tirkiyeyê yên bi navê ‘Artêşa Netewî’, bi piştevaniya balafir û topxaneyên Tirkiyeyê êrişên li ser herêmên me didomînin. Bi rûxandina rêjîma Esed re, ji bo ku şer bê sekinandin, me gelek pêşniyar pêşkêş kirin. Mînaka wê jî ew e ku me ji bo rawestandina êrîşa li ser Kobanê, pêşniyar kiribû. Niha jî ji bo rawestandina êrîşên li ser Bendava Tişrîn û devera Qerqozaqê pêşniyarên me hene û em bi riya navbeynkaran, bi taybetî bi riya DYE li ser kar dikin.
Em nahêlin pîlan pêk bên
Mazlûm Ebdî derbarê israra êrişên li ser eniyên Qereqozax û Tişrînê de jî ev nirxandin kirin:’’Sînorên ku ji bo rawestana êrîşan lihevkirin li ser wan çêbûye, sînorên erdnîgarî yên xwezayî ne. Li gorî lihevkirina me Bendava Tişrînê ne di nava wê herêmê de ye ku ‘Artêşa Niştimanî’ xwe bigihînê. Lihevkirin heta gundewarên Minbicê bû. Lê wan hewl dan ku bendava Tişrînê kontrol bikin, derbasî rojhilatê Firatê û devera Serrîn bibin da ku dorpêçkirina Kobanê temam bikin. Lê berxwedana gelê herêmê ev yek têk bir û ew vegerandin rojavayê Fıratê. Em bi biryar in ku nehêlin ev plan û ketina bi zorê ya herêmên me pêk were.
Biryara me zelal e
Mazlûm Ebdî derbarê helwesta navneteweyî ya li hemberî êrişan jî wiha nirxand:’’Hewldanên agirbestê nehiştine ku êriş berfirehtir bibin. Lê heta niha ji bo rawestandina êrişan tu encam jî dernexistine holê. Biryara me zelal e û ew jî em nahêlin ku ev herêm bê dagirkirin. Berxwedana şervanên me û ya gelê me li herêma Bendava Tişrînê, wê me ber bi qonaxeke nû ve bibe. Lewma divê hevpeymaniya navnetewî û hêzên din, daxwazên gelê me li ber çavan bigire û zextê Tirkiyeyê bike da ku êrişên xwe yên li ser herêmên me rawestîn e.
Nîqaş dewam dikin
Derbarê gotegotên şerê di navbera QSD û HTŞ’ê de jî Mazlûm Ebdî wiha got:’’Me hevdîtinên dirêj bi rêveberiya Heyeta Tehrîr El-Şam re, bi Birêz Ehmed El-Şeree re pêk anîn. Hin xalên hevpar ên ku me li ser wan li hev kiriye, hene.
Em Sûriyeyeke yekgirtî dixwazin û niyeta me ya cudaxwaziyê tune ye. Gelek kes propagandayê dikin ku em li ser avakirina du artêşên li Sûriyeyê û avakirina dewleteke di nav dewletê de dixebitin. Armanca me û plana me ya siyasî zelal e, di xetên bingehîn de tu cudahî di navbera her du aliyan de tune ye. Me lihev kiriye ku ji bo Suriyeyê tenê artêşek hebe û QSD beşek ji wê be. Lê li ser mekanîzma, çawanî û naveroka cîbicîkirina van xalan gotûbêj berdewam in.
QSD nûnerê hemû pêkhateyan e
Herî dawî Mazlûm Ebdî derbarê hewldanên yekrêziya Kurdî de jî wiha got:’’Em weke QSD’ê ne tenê bi gelê Kurd re, bi hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re eleqedar in. Ev 10 sal in hemû pêkhateyên herêmê di yek xendekê de berevaniyê dikin û xwîna hemû pêkhateyan di heman xendeqê de hatiye rijandin. QSD ji hemû pêkhateyan pêkhateyan pêk tê. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mîsogerkirina mafên pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ya di Sûriyeya pêşerojê de bidomînin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em pirsgirêka Kurd li aliyekî bihêlin. Armanca sereke ya diyalogan avakirina desteyek yekgirtî ya bi navê Rojava ye ku biçin Şamê û daxwaza mafên xwe bikin. Em difikirin ku di demeke kurt de dest bi van hevdîtinan bikin.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN