Doza azadiya Ocalan bikin

Çarşem 29 Îlon 2021 - 23:35

  • Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re xwest Kurd û dostên wan 2´yê Cotmehê beşdarî mîtînga li Strasbourgê bibin û bikin ku civaka navneteweyî doza azadiya Ocan bike. Li aliyê din Meclîsa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê jî bi heman armancê kampanyayekê 8´ê Cotmehê dide destpêkirin. 

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da çapemeniyê û got, ji bo azadkirina Ocalan û şikandina tecrîdkirina mutleq, ew ê li bajarê Fransayê Strasbourgê mîtîngekê li dar bixin. Li aliyê din li welatên Okyanûsyayê 28 akademîsyen, siyasetvan û nivîskaran piştgirî da kampanyaya azadkirina Rêber Abdullah Ocalan.

Înîsiyatîfê got, “Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan êdî ji êşkenceyê jî bihurtiye” û nabe ku ew bêhtir bîndeng bimînin. Înîsiyatîfê bang kir da ku xelk beşdarî mîtînga li Strasbourgê bibe.

Înîsiyatîfê biryarên CPT´yê yên derbarê sîstema êşkencê ya Îmraliyê de bi bîr xistin û got, “Konseya Ewrûpayê ji ber sedemên siyasî wezîfeya xwe bi cih naîne. 2´yê Cotmehê saet 13.00’an,  bi sedan Kurdistanî û dostên Kurdan bi slogana Dem Dema Azadiyê ye - Azadî wê bi ser keve - Ji bo Ocalan zend û bendan bade, li Strasbourgê em mîtîngekê li dar dixin. Em bang li Kurdistaniyan û dostên wan dikin ku beşdarî mîtînga me bibin û ji bo azadiya Ocalan bang bikin.”

Sazî û kesayetên li ewrûpayî ji bo Azadiya Ocalan kampanyayan bi rêve dibin î wê beşdarî mîtîngê bibin û peyamên xwe bidin. 

Bê şert û merc Ocalan berdin

Wezîrê Karê Derve yê berê yê Efrîkaya Başûr Ebrahîm Ebrahîm ku ji ber doza ANC´yê tevî Nelson Mandela demeke dirêj li Robben Islandê girtî bû ji bo azadkirina Ocalan û kampanyaya vê armancê peyamek da û got, “Abdullah Ocalan serokekî muezem ê miletê Kurd ê bindest e. Wî jiyana xwe ji bo doza edalet û azadiyê feda kir. Ne tenê ji bo miletê xwe, fikr û hizrên wê bi kêr tên ji bo tevahiya miletên Tirkiyeyê û rojhilata Navîn. Wî bi dildarî bawer kir ji demokrasî, mafên mirovan, azadiya jinan û bipêşxistina wekheviya cinsan. Girtina wî encama bêbextiyeke navneteweyî bû. Hepsîbûna wî, weke ya Nelson Mandela ne rewa û adil e. Divê em bang li civaka navneteweyî bikin da ku doza serbestkirina wê ya bê şert û merc bike. Ew divê di diyalogê de cihê xwe bigire û di nava muzakereyan de be da ku azadiyê misoger bike ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya miletên Tirkiyeyê.”

Ji welatên dûr piştgiriya manedar 

Ji bo kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ji welatên dûr ên li nava behrê, cîranê wan piştgiriyeke manedar hat. 28 akademîsyen, siyasetvan, nivîskar, bijîşk û çalakvanan ji bo piştgiriya kampanyayê banga piştgiriyê kir.   

Kampanya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, A Niha” dewam dike û armanca wê azadiya fîzîkî ya Ocalan e.

Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê vê kampanyayê bi rêxistin dike. Kampanya wê 8`ê Cotmehê dest pê bike. Ji bo piştgiriya kampanyayê ji gelek welatên okyanûsyayê 28 akademîsyen, siyasetvan, nivîskar, bijîşk û çalakvanan daxuyanî da.  

Wan got, “Ji bo birêz Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiya civakî de bi rola xwe bikare rabe, divê xwedî şert û mercên azad be. Bi vê boneyê, em bang li her kesê derdarê  çareserî û aştiyê de hestiyar dikin ku piştgiriyê bidin hashtaga platformên medyaya dîjîtal.”

Di nava van kesan de Dr. Coral Wynter (zanyara lêkoler ji Sydneyê) Susan Price, (edîtora Green Left - Sydney) Sivarajan Arumugam (Sekreterê Giştî yê partiya Sosyalîst a Malezyayê (PSM), Steve O’Brien (Sendîkavan, Newcastle-Awustralya), Dave Holmes (Nivîskar, Awustralya) hene.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.