Dagirkeriyê rewa nîşan didin

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:33

ZEYNEB ŞÊXO / ANHA / ŞEHBA

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo têkildarî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê axivî. Îbrahim Şêxo di destpêka axaftina xwe de bal bire ser guhertina demografiya Efrînê bi destpêkirina dagirkeriyê re û got:"Bi dagirkirina kantona Efrînê re di 2018′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya meşandina siyasetên cuda yên mîna tirsandina xelkê, qetilkirin, revandin, desteserkirina mal û avakirina mêtingehan, dest bi guhartina demografiyê kir. Di wê çarçoveyê de xelkê bajarê Efrînê hat koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan hatin bicihkirin. Şêniyên resen ên li Efrînê jî mane jî, bacên giran li wan ferz dikin. Ji bo dayîna van bacan şêniyên resen mal û milkê xwe difiroşin. Her wiha gelek simsarên biyanî erd, mal û milkên xelkê Efrînê bi pereyekî kêm dikirrin. Li Şiyê û tevahî Efrîn ji destpêka mewsima zeytûnan û piştî mewsimê bacên 3 hezar heya 7 hezar dolar li gel dane ferzkirin. Her wiha şêniyên resen ji malan direvînin, da ku ji wan fidyeyê bixwazin.”

Îbrahim Şêxo diyar kir ku şerê navxweyî yê çeteyên dewleta Tirk her roj derdikeve û got:“Pêvçûnên navxweyî her roj di navbera çeteyan de derdikeve. Sedema van jî parvekirina madeyên xwarinê yan jî parvekirina tiştên ku dizîne, bi hev ketin û tirsê di nav şêniyan de çêdikin. Armanc ji vê yekê şêniyên resen tengav bikin û wan neçar bikin ku ji warê xwe koçber bibin.” Şêxo îşaret pê kir ku artêşa Tirk tu carî destwerdanê nake ku çeteyên şer dikin ji hev veqetînin da ku Efrîn wek herêmeke aloz û telihev bimîne û di encamê de dagirkirina xwe ya li herêmê li pêşiya civata navneteweyî rewa nîşan bide.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.