Curnê Reş û Xelfetî em nadin dizan

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:21

Hevşaredarên Curnê Reş û Xelfetiyê bal birin ser hewldana AKP’ê ya desteserkirina vîna wan û gotin, ew ê destûra vê yekê nedin û bajarê xwe teslîmî dizan nekin.

Hevşaredarê Curnê Reş Garîp Yeşîl rewşa diyar kir ew ê Curnê Reş bi dest AKP’ê ve bernedin.

Garîp Yeşîl anî ziman ku Curnê Reş bi taybetî di dîroka têkoşînê ya Kurdan de xwedî cihekî girîng e û destnîşan kir ku jinûve qezençkirina Curnê Reş ne tenê serketineke şaredariyê ye. Yeşîl got,’’ Piştî 45 salan jinûve bidestxistina Curnê Reş nîşaneya îradeya gelekî ye ku ji mejiyê desthilatdariyê yê 45 salan westiya ye."

Yeşîl bi domdarî hewldana darbeya li Wanê bi bîr xist, bal bire ser hewldana diziya şaredariya Curnê Reş û got,’’Li hemberî neheqiyên bi vî rengî tenê bi xwedîderketina li îradeya gel têkoşîn dikare bê meşandin."

Garîp Yeşîl destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî wê li ber xwe bidin, bixebitin, îardeya gel ti carî teslîm nekin û got, "Li Xelfetiyê ji ber vê yekê xwedî heman girîngiyê ye. Ji ber ku warê Birêz Ocalan e di nava gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Haya AKP'ê ji vê girîngiyê heye. Em bawer dikin ku bi îradeyeke xurt em ê jinûve bi dest bixin.’’

Hevserokê Xelfetiyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Karayilan têkildarî hilbijartina li Xelfetiyê hate betalkirin got,’’Dixwazin em şaredariya xwe ji dest bidin. Bila gelê me qet bêhêvî nebe, bila di doza bimaf de ji berxwedana xwe paşde nemînin. Gelê me wê xwedî li partî û îradeya xwe derbikeve. Gumana ti kesê ji vê yekê nebû, wê ji vir û şûnde jî nebe.’’

Karayilan bi domdarî destnîşan kir ku zihniyeta AKP’ê ya faşîst tehemûlî encama hilbijartinê nekiriye û ragihand ku çi dibe bila bibe wê gel rê nede vê zihniyeta nîjadperest. Karayilan Xelfetî xwedî nirxekî sembolîk e û wiha got: “Em ê di pêvajoya fermî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bimeşînin. Çima evane hemû li Xelfetiyê diqewimin. Xelfetî cihê jidayikbûna rêbertiya gel û tevgera azadiya Kurd e, lewma ji bo gelê me xwedî wate û nirxekî sembolîk e. Çi dibe bila bibe, hilbijartin jinûve jî bên kirin gelê me wê qet rê nede vê zihniyeta diz û xespkar.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.