Ê ku tê sûcdarkirin Tevgera Kurd e

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:16

REWŞAN DENIZ / CELLE

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ku ev ji salekê zêdetir e li Hannoverê ya Elmanyayê girtî ye, got,’’Ji îdîanameyê jî bi rehetî tê fêhmkirin ê ku tê sûcdarkirin ne ew e lê Tevgera Modern a Kurd e.’’

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ku 10’ê Nîsanê  Dadgeha Eyaleta Bilind a Celle ya Elmanyayê wê biryara dawî li ser bide, di rûniştina dozê ya 3’yê Nîsanê de parastina xwe ya 43 rûpelî li dadgehê xwend û pêşkêşî şandeya dadgehê kir. 

Çakas ê ku ji ber xebatên xwe yên siyasî bi daxwaza Elmanya li Italya hatî girtin,  piştre teslîmî Elmanyayê hatî kirin û ji xala 129/b’yê tê darizandin, ji Adara 2023’an ve ye li Girtîgeha Hannoverê girtî ye, di parastina xwe de diyar kir parastina wî û ya siyasetmedarên Kurd ku ji xala 129/b’yê li Elmanyayê têne darizandin, ji çarçoweya şexsî û hiqûqî wêdetir, xwe dispêrin ser pirsa Kurd ku 100 sal li pey xwe hiştiye û sedema vê jî ne ew in lê çaresenekirina pirsa Kurd e.

Çakas di parastina xwe ya nivîskî de got,’’Têkoşîna nasnameya civakeke ku nifûsa wê bi qasî 50 milyonî ye, qurbanî hesabên berjewendiya navdewletî dibe û hema hema hemû daxwazên heqên demokratîk ên netewî, di nav têgeha înkarkir û tinekir a ‘teror’ê de tê asêkirin.’’

Îdîaneme şîrovekirinên bi pêşdarazî ye

Çakas diyar kir  îdîanameya ku ew pê de tê sûcdarkirin xwe dispêre ser hin gotinên ne zelal, qeydên telefonê ku ne diyar in aidî kê ne û ti gotinên derî qanûnan di wan de nîne û her wiha xwe dispêre ser şîrovekirinên bi pêşdarazî ya van qeydên telefonan.

Çakas dozê, tawanbarkirin, îdianameyên li Kurdistanê yên têkilî siyasetmedarên Kurd ên ji alî dadgehên Tirk û yên siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê têne darizandin  dane ber hev û got,’’Min pê dizanîbû ku pirsa Kurd û deqkirina bi terorî ji alî dewletên YE’yê û Elmanyayê ve ve ji ber sedemên aborî û berjewendiyên siyasî ve têne destekkirin. Lê dikarim bibêjim, bi vê astê hevşibîna van îdîanameyan ez şaş kirime.’’

Çakas bi berdewamî diyar kir ew 6 salan li Elmanyayê maye, wî ti kirinek derî yasayê nekiriye lê li gel vê jî ew bi ‘terorîst’iyê tê sûcdakririn û ev jî wî şaş û metel dike.

Ez ê parastina gelê xwe bikim

Çakas wiha got: ‘’Îdîaname ji ber ku Tevgera Azadiya Kurd sûc dihesibînin, me jî sûcdar nîşan didin. Lê heqîqet berevajî vê ye. Gelê Kurd ji ber ku mazlûm û mexdûr e, em jî bêsûc, bi ser de mexdûr in.  Ji ber vê, tekane rêya ku bikaribim xwe biparêzim ew e ku ez gelê xwe yê ku ev sed salek e hebûna wê tê nîqaşkirin û mafê xweparastinê yê gelê xwe biparêzim. Jixwe, bi cewherî pirsgirêka ku dibe sedema darizandina min ji vir tê. An mirov wê bikaribe xwe biparêze an jî nikaribe xwe biparêze.’’

Sedem xweparastina Kurdan e

Çakas piştî ku referansên dîrokî yên li pêş netewebûna Kurdan destnîşan kir, wiha got,’’Pirsgirêka ku mîna ‘’Pirsgirêka Kurd’’ ketî lîteratûrê û di serî de gelê Kurd, ziyan dayî hemû gelên herêmê, pergala qirkirinê ye ku xwe dispêrê vê sedsalê.  Sedema ku ji pirsgirêkê re ‘’Pirsgirêka Kurd’’ tê gotin ew e ku Kurd, li gel ev qas tahrîbatê ku hatine kirin û li gel ev qas şikandinan jî, bi temamî tine nebûne, pêşî li Başûrê Kurdistanê û piştre li Rojhilatê Kurdistanê û piştre jî li Bakurê Kurdistanê derketine serê çiyan, lê rawestiyane ku hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe pêk bînin, li gorî programa resmî neçûne.’’

Xala 129/b dijî Kurdên têkoşer e

Siyasetmedar Çakas xala 129/b’yê ya ku siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê pê têne darizandin, li ser bingehên dîrokî da rûniştandin û got,’’Xala 129/b’yê ya li Elmanyayê, weke yek ji berhem geşedanên dîrokî, li Elmanyayê, li dijî kes û saziyên Kurdan ku ji bo nirxên xwe yên netewî têdikoşin tê bikaranîn. Tekane sedema girtina min û bi endamtiya ‘rêxistina terorê’ darizandina min, ev realîte ye, ku min bi kurteyî destnîşan kirî.’’

‘Teror’ kamûflajeke bisêhr e

Çakas bi berdewamî mijar anî ser tawanbarkirina Tevgera Azadiya Kurd a bi deqa ‘teror’ê, diyar kir ji her kesî zêdetir ew dixwazin pirsa Kurd bi rêyên demokratîk, siyasî were çareserkirin û doman,’’Lê li pêş çareseriyê gelek asteng hene ku bûne mîna qaliban.  Lê di nav van astengan de ya herî mezin û xitimandinê ya li pêşiya çareseriya pirsa Kurd a bi çarçoweya demokratîk û siyasî, deqandina ‘teror’ê ye ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurd a Modern ve hatiye kirin. Lê ‘teror’ ne tenê deqandinek e her wiha mîna kamûflajeke bisêhr e ku çi qas têkiliyê gemarî, xwînê hebin, ser wan dinixumîne.’’

Tevgera Kurd a Modern tê darizandin

Siyasetmedarê Kurd di dewama parastina xwe de got,’’Dil dixwest li dijî sûcên ku pê tême tawanbarkirin, di zeman û mekanên ku mijarên sûcdarkirinê de, ez parastina xwe bikim ku şexsê min ti kirineke derqanûnî nekiriye. Lê îdîaname ji kirinên min ên deryasayî yên li Elmanyayê wêdetir, dêhnê xwe dide ser Tevgera Kurd û ji wir weke her Kurdekî berê xwe dide min û min sûcdar dike. Ji îdîanameyê bi rehetî tê fêhmkirin ê ku tê sûcdarkirin ne ez im. A ku tê sûcdakirin Tevgera Modern a Kurd e.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.