75 tablo ji bo rojbûna Ocalan

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Nîsan 2024 - 00:54

SILAVA EBDUREHMAN / EHMED SEMÎR / ANHA / QAMIŞLO

Şêwekar û xetkêş Hisên Elî bi rêya xêzkirina wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser textan, hewl dide girêdana xwe bi wî re rave bike. Heta niha Elî 75 wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser textan bi rêya amûra şewitandinê, xêz kirine.

Elî sala 1965`an li gundê Til Zîwan ê Qamişloyê ji dayik bûye. Di 14 saliyê de dest bi vê hunerê kiriye. Bi rêya şopandina wênesazan, xwendina pirtûkên girêdayî wê û temaşekirina bernameyên têkildarî vê hunerê, behreya xwe bi pêş xistiye û bûye pispor.

Elî destpêkê bi rengên zêtî dest bi xêzkirinê dike. Dûre dest bi vê hunerê dike. Ji ber ku li gorî wî ev huner balkêştir e. Hisên Elî dibêje: "Kî karê min dibîne, min teşwîq dike û dehf dide min ji bo ku ji vê bêtir xwe bi pêş bixim.”

Tevlî gelek pêşangehan bûye

Girêdayî cudabûna di navbera xêzkirina wêneyan bi rêya rengan û şewitandina li ser textan Elî got: "Em dikarin wêneyan bi rengan bixemilînin û bedew bikin. Lê di şewitandinê de tenê du pêvajo hene, yek şewitandin û ya duyemîn jî rengkirin. Ji ber wê hinekî ev huner zehmet e. Pisporî di hilbijartin û bikaranîna van rengan û kalîtaya text de veşartî ye." Elî 35 sal li Başûrê Kurdistanê maye û beriya 10 salan ango bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re vegeriyaye herêmê û gelek pêşangeh ji Dêrik heta Kobanê vekirine. Her wiha Elî tev li pêşangehên li Silêmaniyê, paytexta Lubnan Beyrûtê û bajarê Antakya yê Tirkiyeyê jî bûye.

Hêza xwe ji 4’ê Nîsanê digirim

Elî girêdayî 75 tabloyên ku çêkirine got: "4`ê Nîsanê ez ji tariyê derxistim ronahiyê. Bi saya wê rojê, gelê Kurd ji komkujiyan û kuştinê xilas bû. Ev roj, ji bo me hemûyan pîroz e. Xwedî wateyeke mezin e. Ez hêza xwe ji vê rojê digirim." Li gorî Elî diyar kiriye hejmara 75, temenê Rêber Abdullah Ocalan e û heta 75 tablo hazir kirine, rû bi rûyî gelek zehmetiyan maye û got: "Min karê xwe rawestand. Erebeya xwe firot ku ji ber berhemên xwe û pêşangehên ku li dar xistine wek diyarî ji min re hatibû pêşkêşkirin. Min ev gişt kir ji bo ku bikarim karê li ber destê xwe xilas bikim. Salek ji min stend heta ev tablo hazir bûn."

Xeyala min pêk hat

Elî wiha pê de çû: "Hêvî û daxwazên her kesî hene, lê hêviya min ew bû ku ez van tabloyan 4`ê Nîsanê xilas bikim. Ev xeyal jî pêk hat." Elî di dawiyê de got: "Her çi qas zehmetî li pêşiya mirov derkevin jî, divê li hember bisekine û bi hêz û baweriyeke xurt armanca xwe pêk bîne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.