Em ê tecrubeyên xwe parve bikin

În 5 Nîsan 2024 - 00:37

Bi minasebeta salvegera 11’an a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed guhertinên ku YPJ’ê di civakê de çêkirine, ji ANHA’yê re nirxandin.

Ruksen Mihemed di destpêka axaftina xwe de salvegera 11’an a damezirandina YPJ’ê û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li şervanan, jinan û tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir.

Ruksen Mihemed 4’ê Nîsanê ji bo YPJ’ê wek rojeke watedar nirxand û got:"4’ê Nîsanê bi nirx û pir girîng e, ji ber ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e yê ku felsefeya azadiya jinan pêşkêş kir û belav kir, felsefeya demokrasî û wekheviyê pêşxist ku rêya azadiya nîşanî jinan û gelên bindest kir. Ev felsefe bingeh û rêgeza YPJ’ê ya ji bo lêgerîna li azadiyê ye. Li ser vî esasê YPJ’ê rêya têkoşînê hilbijart û heta roja me ya îro li ser vê rêyê dimeşe. Di serî de YPJ'ê xebata xwe li ser bingeha guhertina hişmendiyê dest pê kir. Îro jî destkeftî bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatin bidestxistin. Di aliyê leşkerî de profesyonelbûyîna me zêdetir bû û me akademiyên ku bi hezaran şervan tev lê bûne, vekirin. Di wan akademiyan de rêgeza rizgarkirina zayendî, jineolojî, dîroka jinan tên dayîn." Her wiha Ruksen destnîşan kir ku gelek armancên YPJ'ê hene, ji wan têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bidawîkirina paşguhkirina jinan û îsbatkirina îradeya wê di hemû qadan de û got:"Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya bi navê şoreşa jinan piştrast dike ku armancên YPJ'ê pêk hatine."

Tekoşîna me balê dikişîne

Ruksenê diyar kir ku pêwîst e jinên Sûdan, Yemen, Lîbya, Xeza û Ukrayayê xwe wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistin bikin û got:"Ew jin dikarin niha ji her demê bêhtir bi rêya xwerêxistinkirinê û avakirina yekitiyeke jinan a cîhanî xwe biparêzin. Hedefgirtina jinan li Efganistan û Xezayê hedefgirtina min û tevahî jinan e. Em jî amade ne destkeftiyên ku me bi dest xistine bi tevahî jinên cîhanê re parve bikin û sedsala 21'emîn bikin sedsala rizgariya jinan." Ruksenê diyar kir ku YPJ’ê bi jinên Efganistan, Ewropa û Amerîkaya Latîn re têkiliyên xurt çêkirine û destnîşan kir ku berxwedana YPJ'ê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ'ê bala herkesê dikişîne û got:’’Em hewl didin şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin şoreşa jinan a cîhanê, berxwedana YPJ'ê bi tevahî jinên cîhanê re parve bikin, avakirina pergaleke jinan a taybet nîqaş bikin, şoreşa xwe biparêzin û wê bikin şoreşa cîhanê. Me bi rêya şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku li cîhanê deng vedaye, ew armanc pêk anîn."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.