PDK dixwaze mûçeyan bidize

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:35

Nêzî heft meh in tenê yek muçe li Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin û di van rojan de jî dest bi belavkirina muçeyê duyem hatiye kirin lê hîna jî temam nebûye. Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê projeya ‘Hejmara min’ ragihandiye. Hikûmet dixwaze karmendên Herêma Kurdistanê bi rêya wê hejmarê muçeyên xwe wergirin. Lê beşek zêde ya mamosta û karmendên Herêma Kurdistanê projeya ‘Hejmara min’ red dikin. Li dijî vê projeyê karmendên nerazî zêdetirî 100 hezar îmzayan komkirine û radestî Dadgeha Federal kirine.

Beşek ji karmendên nerazî yên li bajarokê Çemçemalê di derbarê mijarê de nêrînên xwe parvekirin. Karmendê tenduristiyê Newşîrwan Ebdulrehman ku beşdarî pêngava komkirina îmzayan bûye got:“Ez wek endamek yê tenduristiyê beşdarî pêngava komkirina îmzayan ya ji bo redkirina projeya ‘hejmara min’ bûm. Sedema PDK piştgiriya wê projeyê dike ew e ku projeya hizbî ya bazirganîkirinê ye. Lê mafê karmendane jî red bikin. Jij ber ku biryara Dadgeha Federal heye ku divê mûçeyê karmendan bi rêya banka federal were dayîn, ne bi rêya bankayek bazirganî û hizbî.”

Mamosta Aso Xefûr jî wiha got:“Ev proje, hesabek hizbî ye, ti baweriya me pê nayê. Ger di dema pêş de ev proje were pêkanîn, dikarin li gor dilê xwe li ser mûçeyan biryar bidin. Kengê bixwazin dikarin mûçe desteser bikin û karmend jê sûd wernagirin. Dadgeha Federal bi her awayî vê projeyê red kiriye. Em jî heta nefesa dawî li gel wê bin. Ger pêwîst bike emê biçin Bexdayê û li meydana Tehrîr xwepêşandan û çalakî lidar bixin da ku ‘hejmara min’ were redkirin û biryarên Dadgeha Federalî bên bi cih anîn.”

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.