Em nahêlin desteser bikin

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:13

  • Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman diyar kir li Wanê berxwedan bi ser ketiye û ew ê nehêlin bajarên din ên Kurdistanê bêne desteserkirin. Wekîl Kamûran Tanhan jî got li Bedlîsê darbe li vîna gel hatiye kirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan têkilî hewldana darbeya li vîna Kurd a li Wanê bi bîr xist û got  li Wanê têkoşîn û piştevanî bi ser ket. Bakirhan anî ziman ji bo Bedlîs, Şirnex, Qers û bajarên din ên Kurdistanê yên ku şaredarî hatine desteserkirin, têkoşîna wan wê dewam bike.

Tûncer Bakirhan anî ziman ku gelê Kurd bi berxwedana li dijî hewldana desteserkirina îradeya xelkê Wanê hem bersiv da mejiyê qeyûm hem jî destnîşan kir ku wê lîstikên ji niha û pê ve bêne lîstik têk bibe. Bakirhan ji rojnamevana ANF’ê Zeynep Kuray re axivî, anî ziman ku xwedîderketina raya giştî û gelên Tirkiyeyê li gelê Wanê girîng bû û diyar kir ku ev piştevanî mînakek ji nerazîbûna li hemberî neheqî û bêhiqûqiyê ye. 

Berxwedan bi ser ket

Bakirhan ragihand ku piştî sala 1980'î yekemcar di têkoşîna lêgerîna mafan de gelan, baweriyan û partiyên siyasî tifaqek ava kirin û got, "Di mijara xwedîderketina li berxwedana li Wanê de tifaqa 86 milyon mirovî hebû. Belê gelê Kurdan li ber xwe da, lê raya giştî ya derve jî bi rengekî cidî xwedî lê derket. Berxwedan, têkoşîn û piştevanî bi ser ket. ‘’

Em ê desteserkirinê bişkînin

Bakirhan destnîşan kir ku têkoşîn dewam dike û got, li hemberî hewldana desteserkirina îradeya Bedlîs û Şirnexê ya bi hilbijêrên sexte yên leşker û polîsan, gelê Kurd li ser piyan e. Bakirhan got, "Têkoşîn û îtirazên me dewam dikin" û bi bîr xist ku niha li van her sê bajaran gel li ser piyan e. Bakirhan got, "Li Bedlîsê 2 hezar dengên me nederbasdar hatin hesibandin. Li Curnê Reş, Xelfetiyê hilbijartin hatin betalkirin. Têkildarî van bajaran em dixebitin. Bi berxwedan û piştevaniyê em ê desteserkirina îradeyê ya li van bajaran têk bibin."

Destpêka hilweşîna AKP’ê

Bakirhan destnîşan kir ku encamên hilbijartinên xwecihî nîşaneya destpêka hilweşîna AKP'ê ye û got, "Bindest, karker, kedkar êdî naxwazin bi vî rengî bijîn. Di va hilbijartinên xwecihî de îradeya xwe nîşan dan û peyama wê yekê dan ku bi siyaset û muxalefeteke baş Tirkiye dikare demokratîk bibe. Lewma serketina di vê hilbijartinê de ne ya partiyan e, lê serketina gel e. Li ber rêveçûna heyî rabû û nîşan da ku başiyê dikarin bi hev re biafirînin. Bi dîtina min divê her kes para xwe ji vê yekê werbigire. Em ketin pêvajoyeke welê ku gel rê li ber siyasetê dixe."

Darbeya bi destê darazê

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî bal bire ser bêusûliyên di hilbijartina navenda Bedlîsê de dijî redkirina îtîrazên wa helwest nîşan a da û got,’’Bi destê darazê darbe hate kirin.’’ 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan ê ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî, diyar kir AKP’ê hinek cihên li Kurdistanê bi taybet hilbijartiye. Tanhan got ,“Destpêka karê wan jî veguhestina leşker û polîsan bû. Xwestin bi vê re encamê bi dest bixin û hilbijartinan xesp bikin. Di esasê xwe de şêweyekî cuda yê sepana qeyûm e. Di vê mijarê de heta astekî jî bi ser ket.” 

Îrade desteser kirin

Tanhan bal bire ser serdana Serokê AKP’yî Recep Tayyîp a Bedlîsê û wiha pê de çû: “Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîb beriya hilbijartinê bi taybet hate vê derê û got; ‘Ez vê derê dixwazim.’ Bi eşkereyî gef li partiya xwe û xelkê bajar xwaribû. Bi taybet li ser vê derê disekine. Hêzên ewlekariyê yên ev ferman girtin jî bi rêya veguhestina leşker û polîsan xwestin îradeya gel xesp bikin. ‘’

Biryara darbeyê

Tanhan bi domdarî wiha got: ‘’Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr bi destê darazê biryarên mîna ‘darbeyê’ da. Îro jî bi destê darazê biryareke mîna darbeyê hate dayîn. Dema mirov li biryarê dinêre, dibîne ku tu eleqeya xwe bi hiqûqê nîne. Ji ber ku dibêje ‘bêusûliyên hatine kirin ne di wê astê de ne ku bandorê li encamên hilbijartinê bike.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.