Xêzeromana Ocalan dan nasîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:26

  • Li Berlînê ji bo xêzeromana “Bi Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan” were danasîn çalakiyek hate organîzekirin. Nivîskarê xêzeromanê, aktivîst û siyasetmedarên Kurd tevlî çalakiyê bûn girîngiya Ocalan a ji bo gelan anîn ziman.

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

Li Berlînê di salvegera rojbûna Abdullah Ocalan a 75’an de danasîna xêzeromana “Bi Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan” hate kirin. Di nav vê hefteyê me dabû zanîn ku xêzeromana “Bi Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan-Ew ê azadî bi ser bikeve” ji hêla Sean Micheal Wilson ve hatiye nivîsandin ku ew romannûsekî Skoçî ye. Her wiha xêzkarê bi navê Keko ku li Spanyayê dijî jî ji bo romanê xêzan hazir kiribû. 

Di çalakiya ku ji bo rojbûnê hate lidarxistin de beşdar balê birin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û gotin ku wextê azadiya wî hatiye. Nivîskar Sean Michael Wilson, Nûnerê Sinn Ewrûpa Martina Anderson, nûnerê Weşanxaneya Unrast Jorn Essig-Gutschmidt, nûnerê Weşanên PM Press/Kaîros Andrej Grubacic û endamê Înîsîyatîfa Navneteweyî ya Azadiya Ocalan Reimer Heider tevlî çalakiya danasînê bûn. Her wiha Hatîp Dîcle, Dilek Ocalan û nûnerê Weşanên Meyman Hasan Kanîreş jî di çalakiyê de hazir bûn û axivîn.

Divê hemleya azadiya Ocalan bi ser bikeve

Endamê Înîsîyatîfa Navneteweyî ya Azadiya Ocalan Reimer Heider da zanîn ku di dema hazirkirina pirtûkê de gelek zehmetî dîtine û balê bire ser girîngiya 4’ê Nîsanê; “NATO di 4’ê Nîsanê de hate damezirandin. Heman NATO di li Naîrobiyê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kir ku ew jî di 4’ê Nîsanê de ji dayîk bûye. Tirkiye ku parnterê NATO’yê ye Iraq û Sûriye dagir dike.” Reimer Heider da zanîn ku Abdullah Ocalan felsefeya “Jin jiyan azadî” ji hepsa Îmraliyê ber bi dinyayê ve geş kiriye û got; “Piştevaniya Estella Schmidt ji bo pirtûkê gelek bû. Estella di sala 1985’an de piştî ku Huseyîn Çelebî dinase berê xwe dide Lûbnanê da ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike. Ew di yekem heyeta navneteweyî de bû ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ew ji bo azadiya Ocalan û Kurdan li ber xwe dide û ji xwe ev hewldana wê di pirtûkê de jî xuya ye. Divê hamleya ji bo azadiya Ocalan hatiye dest pê kirin bi dawîkirina tecrîdê tacîdar bibe û Ocalan bigihîje azadiya xwe.”

Serhildana 29’an têk naçe

Siyastemedarê Kurd Hatîp Dîcle jî di çalakiya danasîna pirtûkê de axivî û got; “Ez ji vir bi milyonan silavên xwe dişînim ji bo Ocalan. Di 31’ê Adarê de li Kurdistanê serketineke bêhempa pêk hat. Ji bo wan kesên ku ev serketin pêk anîne û ked dane jî em silavên xwe dişînin.” Hatîp Dîcle balê bir ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê û got ku Tirkiye bi polîtîkayên xwe dixwaze Kurdistanê dagir bike û bê statû bihêle. Hatîp Dîcle wiha dewam kir; “Bi gotina Suleyman Demîrel 29 serhildan pêk hatine li hember dewletê. Dewleta Tirkiye bi darê zorê xwest çand, ziman û xelkê Kurd asîmle bike. Wan 28 serhildanan jî têk bir lê serhildana 29’an ev 50 sal in dewam dike û têk naçe. Serokê vê serhildanê jî Abdullah Ocalan e.”

Pêdivî bi aştiyê heye

Hatîp Dîcle bibîr anî û da zanîn ku Abdullah Ocalan gelek caran xwestiyê li Tirkiye aştî pêk were lê Tirkiye berevajî vê yekê polîtîkayên îmha û înkarê daye meşandin li hember vê xwesteke wî û got; “Ocalan di sala 1993, 1995 û 2013’an de xwest li Tirkiye aştî pêk were lê dewletê bersiv neda wî. Erdogan jî nexwest ev mesele çareser bike. Heger bixwesta belgeya 28’ê Sibatê ku weke lihevkirinekê hatibû qebûlkirin ew ê bibûya çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê. Lê di salvegera Lozanê de Erdogan xwest dîsa Kurdan qir bike. Pêvajoya heta îro nîşan dide bê çiqas pêdivî bi aştiyê heye.”

Ocalan hêviya gelan e

Aktivîsta polîtîk Estella Schmidt ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî beşdarî çalakiyê bibe lê wê peyamekê rêkir û got; “Ocalan tenê ne ji bo Kurdan her wiha ji bo xelkên din jî hêviyeke mezin e.” Li hela din nivîskarê xêzeromanê Sean Michal Wilson jî çend beş ji pirtûkê xwend û got; “Konfederalîzma Demokratîk tenê ne ji bo Kurdan ji hemû miletên li dinyayê girîng e.” Di derbarê pêvajoya hazirkirina pirtûkê de jî wiha got Sean Michael Wilson; “Ev xebateke kolektîf bû. Gelek kes xebitîn da ku ev pirtûk derkeve. Ji bo klîpekê bi milyonan pere tê xerckirin lê ev pirtûk encama xebateke pîroz a hevpar e. Heta niha min qederê 40 pirtûk nivîsandin lê ev pirtûk ji bo min girîngtir e. Pirr kêfxweş im ku bi Kurdî jî hatiye wergerandin.”

Ocalan dîrokê diguherîne

Andrej Grubacic ku versiyona pirtûkê ya Ingilîzî çap kir jî di çalakiyê de axivî û got; “Ji Ocalan re dibêjin terorîst lê tiştên ku ew dinivîse dîrokê diguherînin. Ew bi awayekî rast dîrokî dixwîne. Gava ew otobiyografiya xwe dinivîse di heman demê de bi agahiyên dîrokî manîfestoyekê jî dinivîse. Ocalan ne tenê ji bo îro her wiha ji bo modernîteya demokratîk jî pêwîst û girîng e. Azadiya jinê azadiya şaristaniyê jî bi xwe re tîne. Ocalan jî ji bo azadî û demokrasiyê azadiya jinê û civaka exlaqî îşaret dike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.