Tevgera Kurd modeleke nû afirand

Çarşem 22 Cotmeh 2025 - 02:45

Zanyarê civakî yê Skoç Prof. Andrew Ross bi peyamekê piştgirî da "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo û got, Tevgera Kurd civaneke wekheviyê afirand.

Ross peyamek ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û destnîşan kir ku modela civaka demokratîk a ku tevgera azadiyê ya Kurd ava kir, di serdema nûjen de mînakeke bêhampe ye. Ross bang li hikumeta Tirkiyeyê kir ku pêvajoya aştiyê weke firsendeke dîrokî bibîne û li gorî wê tevbigere.

Peyama Ross bi vî rengî ye:

"Tevgera Kurd ji kokê heta bi serî modeleke nû ya civaka wekhev afirand. Di serdema nûjen de me zêde nedît ku demokrasiyeke bi vî rengî bi pêş ket, ya rast me qet nedît. Biryara bêçekbûn û fesixkirina rêxistinê gaveke bi wêrekî bû. Jinûve entegrasyona gelê Kurd a li avaniya siyasî ya Tirkiyeyê tenê dikare bibe çavkaniya hêz û hêviyê. Hikumeta Tirkiyeyê, ji bo peymaneke aştiyê veguherîne pergaleke nû, pir çandî ya zindî divê vê firsenda dîrokî ji dest bernede."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.